Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Xwedêda Ilyas: Hêzên komploger tecrîdê dişidînin
Civak & Ekolojî

Xwedêda Ilyas: Hêzên komploger tecrîdê dişidînin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas diyar kir ku armanc ji komploya 15'ê Sibatê şikandina hêz û îradeya gelên Rojhilata Navîn bû û got, hêzên ku komplo kirin niha jî tecrîdê li Îmraliyê dişidînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî axivî ku di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployê de dîl hate girtin.

 

Xwedêda Ilyas di destpêkê de işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir û diyar kir ku ji bo bêdengkirina fikrê demokrasiyê, di bin bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan de tecrîd li Rêberê gelekî tê ferzkirin.

Xwedêda Ilyas bi bîr xist ku komplo di asta navneteweyî de hate kirin û got, “Hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyên xwe di şer de hebû, ev komplo pêk anîn. Armanc têkbirina hêz û îradeya li Rojhilata Navîn bû. Xwestin hêza civakî ya Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî, leşkerî û civakî bi kar bînin.”

Xwedêda Ilyas fikrê Ocalan weke fikrê berxwedanê yê ji bo gelên bindest pênase kir û got, “Ji bo azadiya gelên Kurd, Êzidî, Asûr-Siryan, Ereb û hemû gelên bindest têkoşînek hate destpêkirin. Dema bi fikrê Rêber Ocalan di sala 1984’an de berxwedan hate destpêkirin û gel ji bo mafên xwe rabûn ser piyan, li ser Rêber Ocalan komplo hate şidandin. Hêzên navneteweyî ev komplo kirin, tecrîdeke giran dan meşandin. Îro roj tecrîda herî giran li Îmraliyê li ser Serokatî tê meşandin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bi bîr xist ku ev ji 3 salan zêdetir e ti agahî ji Ocalan nayê wergirtin û wiha dewam kir: “Ne malbat, ne parêzer nikarin xwe bigihînin Îmraliyê ku agahiyekê werbigirin. Komploya ku li ser gelê Kurd, îradeya wan, axa wan tê meşandin herkes îro li ber vê rastiyê bêdeng e. Ji 7’ê Cotmehê heya roja me ya îro şerê Hamas û Îsraîlê heye, ev şer di rojeva dinyayê de ye. Wê çawa şer çareser bibe, vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê tê nîqaşkirin. Lê belê li hemberî gelê Kurd, ji dema Osmaniyan heya roja me ya îro li ser Ermeniyan, Kurdan, Mesihiyan şerekî komkujiyê tê kirin. Li ser gelê Kurd û zimanê wan şerê tinekirinê tê meşandin, lê kes dengê xwe nake.”
 
Xwedêda Ilyas diyar kir ku dewleta Tirk tevî hêzên NATO’yê şer û komployê dimeşîne û got: “Dewleta Tirk çekên dewletên Ewropayî li hemberî vî fikre bi kar tîne. Komploya li dijî Rêber Ocalan ne bi tenê bi destê Tirkiyeyê hate kirin. Tenê dewleta Tirk nekarî vê komploya mezin pêk bîne. Ji aliyê Amerîka, Rûsya, Îsraîlê ve ev komplo hate kirin. Dixwazin îradeya gelê Kurd tasfiye bikin, cografya Kurdistanê tine bikin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bale kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Îro roj hin aliyên ku xwe wekî pêşengê gelê Kurd dibînin, piştgiriyê didin dijminê hovane ku bi hezaran salan e gelê Kurd û zimanê Kurdî qir dike. Her wiha bi taybetî komkujiya civaka Êzidî dikin. Komplo wisa ji nişka ve, ji cihekî ve nehate amadekirin, komplo bi destê dewletên NATO’yê hate kirin ku fikrê demokrasî û azadiyê qebûl nakin. Eger li Rojhilata Navîn her miletek îradeya xwe ava bike, wê kar û xebatên xwe li gor rastiya xwe bide meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Projeyên HES’ê polîtîkaya qirkirinê ye’
Nûçeya Pişt re Li Okyanûsan rekora nû ya germahiyê û encamên wê yên gengaz
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Êzidî tevlî Hevpeymana 188’an bûn

Jinên Êzidî beşdarî Hevpeymana 188'an bû ku li dijî qanûna dijminê jinê hate avakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Siwêdayê agirbest car din binpê kir

Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên Şamê şeva duşemê agirbest car din binpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Kobanê bêhtirî 10 roj in di bin dorpêçeke giran de ye

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku bajarê Kobanê bêhtirî 10 roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Gimgimê nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 141’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qedexekirina çêrgehan: Xeleka nû ya koça ji neçarî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?