În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora DFG’ê ya meha Gulanê: 42 rojnamevan girtî ne
Rojane

Rapora DFG’ê ya meha Gulanê: 42 rojnamevan girtî ne

DFG’ê, ragihand ku hejmara rojnamevanên girtî 42 ne û nerazîbûn nîşanî xala “sîxûrtiya bandorkirinê” da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Gulana 2024’an eşkere kir. Di raporê de ji binçavkirinan heta muameleya xerab, gelek binpêkirin hatin rêzkirin. Her wiha hat gotin ku 42 rojnamevan girtî ne.

LI DIJÎ XALA ‘SÎXÛRTIYA BANDORKIRINÊ’ NERAZÎBÛN

Rapora DFG’ê wiha ye: 

“Zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan didomin. Desthilat bi vê yekê re jî namîne û armanc dike ku paketa darazê ya 9’emîn a xala bi navê ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ bike qanûn. Her rojnamevanê ku agahiyên ku di serî de desthilatê, kesên xwedî hêz aciz bike ji civakê re ragihînin dê di çarçoveya vê xalê de an bên darizandin an jî bên girtin. Helbet ev xal dê bandorê tenê li rojnamevanan neke, herkesên ku fikra xwe an jî agahiyekê parve bike dê di çarçoveya vê xalê de bikare were darizandin. Ligel vê qanûnê li welatekî ku azadiya raman û çapemeniyê û demokrasî lê nîne di serî de rojnamevan dê hemû mûxalîf bên bêdengkirin. Em weke Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê qanûneke wiha qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku ev pêşnûme qanûn bi paş ve were kişandin. 

Binpêkirinên li dijî rojnamevanan û azadiya îfadeyê û çapemeniyê ji roja ewil a mehê ve dest pê kirin. Hempîşeyên me yên karker û kedkarên ku xwestin ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran biçin Taksîma Stenbolê û çalakiyê bişopînin jî rastî êrîşa polîsan hatin.  Xebatkarên çapemeniyê yên karker û kedkarên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan dişopandin jî hatin derbkirin û bi kelemçekirinê hatin binçavkirin. Li Saraçhaneya ku yek ji wan deveran a polîsan êrîşî karker û kedkaran kir, bi fermana amirê polîsan a ‘Çapemeniyê bimalin’ li dijî rojnamevanan tundî pêk hat. Di vê êrîşê de hempîşeyên me birîndar bûn û xebatên wan hatin astengkirin. 

Di êrîşa polîsan de nûçegihana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal bi awayekî bi paş ve hate kelemçekirin û binçavkirin. Ji rojnamevanan Fatoş Erdogan û Ûmût Taştan dema şopandina nûçeyê de di encama mudaxileya polîsan de birîndar bûn. Rojnamevan Ûmût Taştan ji lingê xwe birîndar bû û fîşeka plastîk li Fatoş Erdoganê ket. Piştî 1’ê Gulanê li dijî çalakiyên Taksîmê bi 3 pêlan operasyon hate lidarxistin û polîsan bi ser gelek mal û kargehan de girtin. 

Yek ji navnîşana ku polîsan bi ser de girtin jî bû buroya Sendîka.Orgê. Di serdegirtina ku bêyî kes were agahdarkirin hate kirin de li ofîsa xebatê ya Sendîka.Orgê bi awayekî bêhiqûqî lêgerîn hate kirin. Di operasyona 3’yemîn a li dijî kesên tev li çalakiyên Taksîmê bûn hate kirin de jî piştî nûçegihanê Gazete Patîkayê Alî Kadîr Guler hate binçavkirin, hate girtin û şandin girtîgehê. Guler, piştî îtîrazên hatin kirin dû re hate berdan. 

Desthilatê êrîşên xwe yên li dijî rojnamevanan bi 1’ê Gulanê bisînor negirt. Di 6’ê Gulanê de li Amedê rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Ûs bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Yalçin û Ûs piştî îfadeyên wan ên dozgeriya li Edliyeya Amedê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar ve di 7’ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

GEF Û ASTENGKIRIN

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Di demekî wiha de li dijî rakirina tecrîdê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ hatin destpêkirin. Li dijî van çalakiyan êrîşa polîsan pêk hat û polîsan rojnamevanên dîmen û wêne dikişandin astengkirin. Heman astengkirin di çalakiyên ku piştî biryarên Doza Kobanê yên hatin eşkerekirin dest pê kirin jî pêk hat. Li Amedê di meşa ji Koşûyolû heta Qada Îstasyonê hate kirin de rojnamevan bi mertalan hatin dorpêçkirin û nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin. Dîsa rojnamevanên ku çalakî dişopandin bi gotina midûrê polîsan a ‘Heke hûn ji çalakgeran dûr nekevin dê derbarê we de kirarî bên destpêkirin’ gef li wan hate xwarin. 

Yek ji kesên ku gef li rojnamevanan xwar jî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû. Bahçelî yê rojnamevan û qenalên televizyonê yên mûxalîf hedef girt wiha got; ‘Em dixwazin di serî de televizyonên Halk, Sozcu û Nowê her kesê ku sûcdariyên neheq dike li dadgehan bê guhdarkirin.’

Di 23’yê Nîsanê de rojekê piştî Roja Rojnamevanên Kurd di operasyona navenda wê Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ên hatin girtin, piştî 24 rojan di 21’ê Gulanê de hatin berdan. Zextên li dijî hempîşeyên me li girtîgehê jî berdewam kirin. Rojnamevan Dal di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat û di dema girtina xwe de bi newergirtina qawişê hate tecrîdkirin. Li Mehmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê dihate ragirtin jî hejmartina li ser piyan hate ferzkirin. 

Me meheke ku hempîşeyên me bi awayekî eşkere hatin hedef girtin li pey xwe hişt. Gelek hempîşeyên me bi lêpirsînên nû hatine destpêkirin di bin zexta darazê ya desthilatê de dimînin. Di meha Gulanê de 4 rojnamevan hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî bû 42. Di 7 bûyerên ku me di rapora xwe de berfirehiya wan da de şopandina rojnamevanan a nûçeyan hatiye astengkirin û gef li wan hatiye xwarin. Di van astengkirinan de 4 rojnamevan rastî mûameleyeke nebaş hatin. Di meha Gulanê de derbarê 10 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsînên derbarê 11 rojnamevanan hatine destpêkirin jî veguherîn dozê. 

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ê li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin piştî 211 rojan agahî jê hate wergirtin. Parêzerê Ehmed Beşdar Hesen piştî 211 rojan bi Ehmed re hevdîtin kir û ev peyam bi rayagiştî re parve kir; ‘Rewşa wî baş bû, dixwaze ku zexta rayagiştî were domandin.’ Her çiqas agahî wergirtina ji Silêman Ehmed bibe cihê keyfxweşiyê jî ev yek têr nake û em dixwazin hempîşeyê me demildest were berdan. 

Navnîşaneke din a zexta li dijî rojnamevanên Kurd jî Holanda bû. Serdar Karakoç ê roja rojnameya Ozgur Ulkeyê hate bombekirin li avahiya rojnameyê bû û niha li sirgunê rojnamevaniyê dike, di çarçoveya fermana Elmanyayê de hate binçavkirin û dema binçavkirina wî 20 rojan hate dirêjkirin. Em vê êrîşa ku berdewama nêrîna serdestan a li dijî rojnamevanên Kurd e şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hempîşeyê me Serdar Karakoç demildest were berdan. 

DANEYÊN BINPÊKIRINAN

Daneyên îstatîstîkî yên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan ên di meha Gulanê de wiha ne; 

1 – Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamevanan 
* Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 2
* Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 4 
* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 4
* Rojnamevanên hatin girtin: 4 
* Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 4 
* Rojnamevanên gef li wan hate xwarin: 3 
* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin: 7 bûyer
* Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan: 4
2- Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamevanan
* Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 10 
* Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin: 11
* Rojnamevanên hatine cezakirin: 10
* Cezayê girtîgehê: 23 sal û 2 meh û 17 roj
* Cezayê Pereyî: 200 hezar lîre 
* Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike 
* Hejmara Dosyayan:  43
* Hejmara Kesan: 83
* Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê Hezîrana 2024’an ve) 42 
3- Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamevanan 
* Rojnamevanên ji kar hatin derxistin: 1 
4- Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê 
* Cezayên RTUK’ê birîn
* Hejmara Weşanê: 2
* Cezayê pereyî: Du cezayên cuda yên ji sedî 2 
* Qedexeya Weşanê: 10 
5- Astengkirinên xwegihandina li dijî qenalên dijîtal û înternetê 
* Malperên înternetê yên hatin girtin: 307
* Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 450 
* Medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 143”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe
Nûçeya Pişt re Li Kobanê êriş li ser wesayitekê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YJK-E’yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

YJK-E'yê bi bîr xist ku li gel salên di ser komkujiyên Parîsê re derbas bûne…

Ji aliyê Stêrk TV

Li seranserê cîhanê zêdebûna hejmara pevçûnan

Li gorî lêkolîneke Norwecê ji sala 1946’an heya niha herî zêde di sala 2023’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ’ê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî

Fermandariya YBŞ'ê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî û got, "Em ê bidin ser şopa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîla TV weşana xwe nû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?