Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Ji bêndera Çand û Hunerê (3)
Gotar

Ji bêndera Çand û Hunerê (3)

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bêndera dexl û dan bi  wateya ku li xwe bar dikir, di nîvenga jiyana mirovahiya ku li Mezopotamyayê geş dibû de, cihê şahî, huner û bereketê bû. Civak, niştîcehbûna xwe li derdora wê benderê ava dikir. Huner rê û rêbazên xwe peyda dikir. Hêdî hêdî curbecuriya hunerê derdiket pêş. Ev yek di hêla hişmendî de dikir ku mirovahî ji xwe derbas bike. Jina ku xwedî sêhra bênderê bû, li pey xwe şopeke qedîm dihêla. Di roja me ya îro de jî ew deng, reng, hest û hişmendiya qedîm olan dide. Pêl bi pêl ew olana qedîm xwe digihîne me û vejîna xwe ya hemdem li ser me ferz dike.

Îro ew ferzkirina binyadî ya weke mîrateyeke qedîm a li ser milê me ye, bi destpêkirineke nû mizgîniyê dide tevahî çand û hunerhezan. Di 29ê meha Mijdarê de, li bajarê Hesekêya Rojavayê Kurdistanê Peymangeha Bilind a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn, mazûwaniyê ji şagirtên çand û hunerê re kir. Destpêkirin, yekem gotin û wateya ku mirov lê bar dike, nişan dide bê wê çawa berdewam bike jî. ‘Jin hunera azad dirêsin’ sernavê wateya vê avahiyê bû. Ji ber ku rêsana hunerê kare jinê bû û heke ev rêsan bi awayê azad jî nebe wê negihîje armanca xwe. 

Her wiha dîroka vekirina peymangeha bilind jî xwedî wateyeke dîrokî bû. 29ê mijdarê salvegera şehadeta jina şoreşger, hunermend, wêjevan Şîlan Kobanê bû. Ku rêwitiya Şîlan Kobanê ya ji bo azadiyê bi rêya hunerê destpêkiribû. Ev yek di kesayeta şehîd Şîlan Kobanê de weke rêzgirtineke taybet û bedew a ji bo tevahî şehîdan bû ku her yek ji wan rêwitiya xwe vê jiyanê bi hunera azad rêsa bûn. 

Peymangeha Bilind a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn ku dikare bê gotin mînakeke bi vî hawî li tevahî cîhanê nîne, dîsa ferq û bandoriya binyadî ya druşmeya Jin Jiyan Azadî nişan dide. Bi çar beşên xwe yên binyadî yên weke muzîk, şano, sinema û peyker-wênexêzî wê hewla xwe gihandina kokên xwe, olana ku ji dapîrên me maye û heta niha jî di kerika guhemê de weke lorîkane, wê bê ava kirin. Destpêkirin û avakirin zehmete lê hêjaye. Serkeftin di vê destpêkirin û avakirinê de veşartiye. Weke jin ji her neteweyekin lê bihevre sihra vê destpêkirin û avakirinê didin. Di vê peymangehê de jinên Kurd, Ereb û Ermen bi wê hunera jinane wê xwe bigihînin kokên xwe. Tenê bila di wan dilên ciwan de ew evîna avakirinê hebe bese. 

Bênder di heman demê de safîbûn û zelaliye jî. Ka li hêlekê û dexl û dan li hêlekê dimîne. Li bêndera çand û hunerê jî safîbûn û zelalbûn heye. Zerafet ji çorsbûnê rizgar dibe û her wiha bedewî jî ji mekruhiyê. Yê dimîne zerafet û bedewiya wate û heqîqetê ye. Ev jî jiyana azad, xwebûn û wateye. Îro bênderek ji bêndera me ya çand û hunerê ev peymangehe. 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MAK: Em bang li hemû milîsên xwe dikin ku beşdarî şerê rûmetê bibin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

Çavdêrê siyasî Loqman Hesen bal kişand ser girîngiya serdana komîsyona meclîsê ya li Îmraliyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E’yê ji bo ‘Şoreşa Jinê’ banga tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên 8’ê Adarê banga tevlîbûnê kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Demhat Tolhildan: Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin

Rojnamevan Demhat Tolhildan li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Helebê axivî û anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?