Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan gihişt asta şehadetê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şehadeta endamê hêzên xwe Ebdulezîz Îbrahîm bi xemgînî radigihînin. Şehîd Ebdulezîz Îbrahîm di encama krîza dil de li Nexweşxaneya Gel a Hesekê şehîd bû.
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne;
Nav û paşnav: Ebdulezîz Îbrahîm
Navê dayikê: Tirfe Elî
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-10.02.1985
Cih û dîroka şehadetê: 05.12.2024
Şehîd Ebdulezîz sembola rêkûpêkî û lehengiyê bû û jiyana xwe xist xizmetî ewlehî û îstîqrarê. Bi pêkanîna erkên xwe û alîkariya mezin di parastina civakê de dihat naskirin. Di gelek pêngavên li dijî rêxistina DAIŞˋê de beşdar bû û destanên lehengiyê di şerê rizgarkirina Reqa, Minbic û Dêrazorê de nivîsandin.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbatê dixwazin. Ew bi fîzîkî ji nav me çû, lê di dil û bîrewariya me de ye.”