Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (4)
Qazî: Kardanewey destpêkirdinî ew pirojeye, êsta basî Emrîkat kird belam detuwanî ziyatirî le ser biroy. Le wilatanî cor be cor da çon bûwe?
Sîvan se’îd: 65 wilat êsta be fê’lî dekewne naw piştênekewe. Meselen Iraqî bîzebt xoy tênakewê belam ew newtey ke le Iraqewe eçête derewe bo benderî Ceyhan bê yan bo benderî Baynaz, bilêyn le ser deryay Sipî nawerast be her dû barda le ser Iraq qisey heye leber ewe Iraq naçare eger be pozîtîvîş bersivêkî mezbûtî nebê natuwanê dij bêt. Leber ewe 65 wilat be erênî qiseyan heye le ser ewey ke belê ême pêman xoşe em wez’e heye û bo ême le rûy abûrîyewe başe û le rûy ferhengîyewe û le rûy hemû buwarekanî tirîşewe ême keyf xoşîn bewe belam hemîşe cext dekrêtewe le ser eme aya be cîdî Çîn ew rêga aştîxwazane heldebjêrê ke êsta basî dekat yan le ayinde da le pira deygorê çunke le 2016 da bo yekem car qa’îdeyekî ‘eskerî, binkeyekî serbazî Çînî le Cîbotî damezrawe teb’en be qebûl kirdinî nêwdewletî û UN belam ewe şitêkî bê pêşîneye le siyasetî Çînda çunke îmanî bewe nîye ke biçê le lihazî ‘eskerîyewe hîç hêjêmonîyekî xoy pîşan bidat. Belam eger biroyte wilatêkî wekû Arjantîn ke axir wilate, dûrtirîn wilate bo numûne wekû Şîlî debînî le sed da newed û no, eger mubalexe nebê, lanî kem le sed da newed belam ewan xoyan delên newed û no hemû ew prodûkte, hemû ew berhemaney ke heye û rojane le bazar da defroşrê û xelik zerûrin pêy hemû Çînîye. Lew perî dinyawe be naw aw da û be naw wişkanî da degate ewê. Eger emro durust bê be xêra bigate ewê hemû bo ewan başe, dilnyam ewan be pozîtvî dezanin le ber ewe kardanewey wilatan reactionêkî ne kultûrî ye û ne kes lewe detirsê kultûrî Çînî ême dagîr bika globalization kultûrekeman lê xerîb bikat, ewey ke assimilation û alienationî pê delên kesêk leme natirsê çunke kultûrî Çînî bo xoy û ew corey berxurdî Çînî heyetî legel dinya da berxurdêk nîye ke le ser esasî tuwandnewey ewanî tir bêt. Beder le quwetî Çîn ke kultûrekey zor behêztire, hemîşe delên Çînîyek û yekêkî naçînî be yekewin ewey naçînîyeke debê be Çînî le naçarî. Min xom lew lihaze dam ke dezanim tesîrim le ser ewe ziyatire heta meselen min hawrêkey xom beder lewey ke ew ziyatir bibê be Kurd min ziyatir debim be Çînî eme numûney piçûke belam wekû kultûr wehaye. Bo ewey ewe biselmênim ke çone wehaye xelik le kulltûrî Çînî netirsê û ewanîş xoyan ew mitmaneye deden êsta Çîn pêwendîyekî heye le gel yazde wilat ke ew yazde wilate gewretirînyan Endonêziya û Malêziyan ke wilatî îslamîn û piçûktirînîşyan nawî Brunêy ye. Brunêy le mîlyonêk xelik kemtire ye’nî mîlyon car piçûktire le Çîn. Ye’nî Çîn zor lîbêrale yanî corêke lewê hîzbêkî Komonîst heye wilateke berêwe deba, dîsîplînêkî zor zor be quwet heye ke nayelê cadekan pîs bibin, corêk le management e, be hemû tolêransî xoyewe mena’etyan nîye ke m’amele legel hukûmetî îslamî Endonêziya yan hukûmetî îslamî Malêziya biken ya legel hukûmetêkî piçkoley monarkî wek Kambodya da biken ya Brunêy. Brunêy yek mîlyon car lew piçûktire û yek mîlyon carîş lew feqîrtire, belam ew wekû partner hîsabî eka nalê min yekî gewre û to hîç. Elê ême partnerman ewê, patnership, yanî şerîk, şerîkayetîye.
Qazî: Ew layenaney ke em destpêşxerîye pay ewan degrêtewe le nawyan da dewletêkî ke zor pozîtîv bûbê kwêye?
Sîvan Se’îd: Ewey teb’en girînge pozîtîv bê Hîndistan e legel Emrîka, ya bilêyn Yekêtî Ewrûpa wekû hêzî gewre. Hîndistan nêgatîv nîye. Teb’en sê ‘eqebey gewre heye bo ewey bikewme ser Hîndistan, girîngtirînyane leber lûtî Çîne. Şwênêk heye le beynî Çîn û Hîndistan da ke pêy dewitrê disputed area şwênî nakok. Nakokin le serî û hemîşe egerî pêk dadanî ‘eskerî heye le ser ewê le beynî ew dû wilate da. Beder lewey ke Çîn hêzî nawekî, newewî heye û muşkîley gewreşî legel Pakistan da heye, êsta Çîn pêwîstî bewe heye ke Hîndistan razî bikat. Leber ew hoye jimarey ew şitaney ke le Çînewe deçne Hîndistan, ew berhemaney ke hî Çînin û deçne Hîndistan de car yan yazde car ziyatre lew berhemaney ke le Hîndistanewe dêne naw Çîn. Û gumirg, ewey bac û zerîbe û ewe heye le ser Hîndistan kemtire bo ewey ke Hîndistan dilnya bikatewe ke toş hêzêkî gewreyt, be der lewey ke yek mîlyon muşkîley ‘ecîb û xerîb heye le Hîndistan da ke min êsta wextim nîye basî bikem, her be kurtî bo numûne bilêm 560 mîlyon xelik le Hîndistan le fuqrî had dan. Fuqrî had ye’nî absolute poverty, îtir fuqrî had, lewe feqîrtir îtir nabin awyan nîye, xwardinyan nîye, şwênêkyan nîye lêy biwestin bo ewey baran lêyan neda. Îtir le xwardinî pak û tewalêt û ewe her bigerê. Le Çîn eme nemawe êsta axir kitêb ke serokî wilateke be nawî xoyewe derî kirdûwe, teb’en kitêbeke basî kongirêseke hemûyetî: “Ba xwahafîzî bikeyn le feqîrî” meselen le salêk da bîst mîlyon wehdey sekenî durust dekrê, xanû durust dekrê bo ewey xelik tyêda bijîn. Kes homeless nemênê bê xanû nemênê. Çîn bo razî kirdinî Hîndistan elê were ba em berhemaney ke min heme beşî toşî lê bidem. Were ba min ew yarmetîyet bidem, were ba xêra be pele xanûy çakit bo durust kem. Yarmetîm bide bo ewey toş baş bokem.
Qazî: Mebestit eweye ke Hîndistan yek lew wilataneye ke nîsbet bew pirojeye zor pozîtîve. Kwêy dîkeş?
Sîvan Se’îd: Belê waye. Endonêziya û Malêziya ke dû wilatin le rûy cem’îyetewe zor gewren û Malîziya û Sîngapûr. Sîngapûr zor piçûke belam le abûrîyekey da zor gewreye. Sîngapûr yekêke le partnere esasîyekanî em xeyale, meselen pilingekanî asya, ew de pazde wilate, belam lemane muhîmtir û xiraptir Kazaxistan, Uzbekistan û Rûsyan. Kazaxistan gewretirîn wilatî hebîse ye. Hebîse yanî awî le dewr nîye. Gewretrîn wilate le dinya da sed mîlyon xelkî lê ejî, bejayye dewruberî hîç awî têda nîye wek behir yan zerya. Deryaçe û ewaney têdaye ke yekyan wişk bû. Ewane piçûkin. Kazaxistan êsta be taybetî le layen Çînewe m’ameleyekî taybetî le gel da dekrê bo ewey dilyan xoş biken bo ewey ke hem qazancêkî abûrî hem kultûrî bo êwe heye, meselen bo xwêndkare Kazaxekan xwêndin be belaşe, muqarene be minêk eger le Ewrûpawe biçim meselen. Tenha xwêndin na belam zor pêwendîyekî gerim û gurî Çîn le bexşîn ziyatir le wergirtin beranber be Kazaxistan heye bo ewey ke dîsan Rûsyaş emîn bikatewe lewey ke Rûsya heye çunke ewane nêgatîvin beranber meseleke.
Qazî: Emrîka ke daxlî ew cadane nekirawe, red fê’lî Emrîka çi bûwe?
Sîvan Se’îd: Ewey wîstim billêm dû cûre qise heye êsta debatey gewren le wilateke da ke rojî waye hezaran akadêmîsyen qisey le ser deken ke pêyan waye prêzîdênt, serokî wilat debû peley nekirdbaye le ser em îqtîrahe le ber ewey debwa ême Emrîkaşman razî kirdaye, çunke emaney ke min delêm razî nîn be tuwanayekî razîn ye’nî dengyan helnebrîwe bo nexêr, belam zor be dem meselekewe naçin le ber ewey nazanin ekewne kwêy meseleke.
Dirêjey heye…