Sêşem, 2 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin
Rojane

Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin

Çalakiyên Nobeta Edaletê bi mehane li gelek bajaran dewam dikin. Di çalakiyan de peyama ‘berxwedan bi biryardarî didome’ hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya malbat û malbatên girtiyan dane destpêkirin, li gelek bajaran berdewam dike. Di çalakiyên “Nobeta Edaletê” de daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi pêş ket.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam dike.

Nobet di avahiyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê de hatiye destpêkirin bi tevlîbûna gelek kesan berdewam kir. Li eywana çalakî lê hatiye lidarxistin, pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad, em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.

Di tevahiya rojê de serdanên nobetê hatin kirin. Kesên serdana nobetê kirin, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.  

ÊLIH

Li Êlihê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê Rêxistina DBP’a bajêr, hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên sivîl, serdana nobetê kirin.

Kesên serdana nobetê kirin bal kişandin ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de tê domandin û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di serdanê de gelek caran diruşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berz kirin.

EDENE

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 78’emîn de berdewam kir. Îro Dayikên Aştiyê û rêveberên rêxistina bajêr ên DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Çalakvanên nobetê didomînin di peyamên parve kirinê de anîn ziman ku heya azadiya Abdullah Ocalan tê pêkanîn ew ê çalakiya wan bidome.

MÊRSÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya di avahiyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 78’emîn de berdewam kir. Tevî rêveber û endamên komeleyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Yek ji çalakgeran Dayika Aştiyê Meryem Erbey da zanîn ku ew ê nobetê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dane destpêkirin bidomînin û wiha got: “Em weke dayik, dê têkoşîna xwe roj bi roj bidomînin. Heya ku em edalet û demokrasiyê tînin vî welatî, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Dema ku me edalet û hiqûqê anî vî welatî, dê her tişt pir rehettir bibe. Di Rojhilata Navîn de mifteya aştiyê birêz Abdullah Ocalan e. Heya ku kurd azad nebin dê tirk jî azad nebin. Dema ku Serokatî azad bû, dê gelê kurd jî gelê tirk jî azad bibe.”

WAN

Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê ya di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin.

Fatma Aslan a hatibû serdana nobetê, dayikên çalakvan silav kir û wiha axivî: “Girtî di greva birçîbûnê de ne. Em jî dixwazin bi çalakiya nobetê, piştgiriyê bidin wan. Em dixwazin daxwazên girtiyan demildest werin bicihanîn. Dê têkoşîna li girtîgehan û li dervê tê domandin dê teqez bi ser bikeve. Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”,  “Bê Serok jiyan nabe”,  “Bijî Serok Apo” û gotina stranan dom kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê siyasî Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Ciwanên Wanê ji Abdullah Ocalan re name şandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê hêzên Kurd li hemberî dagirkeran xwedî siyaseteke zelal bin’

Şêrzad Semed: Têkiliyên Kurdan divê li ser esasa rêzgirtinê bin, ne li ser esasa alîkarîkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdek hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Pelşîn Qamişlo…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêkhateyên Şengalê bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ meşiyan

Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî planên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?