În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne
Rojane

Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne

Mûrat Mihçi yê ji DEM Partiyê ji bo rêveçûna pêvajoyê xwest, li nêrînên Rêber Apo û rêxistina wî bê guhdarîkirin û got, divê komîsyona bi van aliyan re hevdîtinê bike, çareseriyê biafirîne û nêrînên her derdorê nîqaş bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûrat Mihçi anî ziman ku komîsyona çareseriya pirsgirêka Kurd hîmê parlamenteran ê pêvajoyê xurt kiriye, ku di danûstandinên berê de ev yek timî kêm dima û got, ev komîsyona ku hema hema hemû beşên civakê lê tê temsîlkirin, ji bo afirandina zemîneke kar a demokratîk gelekî girîng e.

Mihçi ragihand ku ev pêvajo ji bo afirandina aştiyê ya li Tirkiyeyê û hevkariya derdorên demokratîk gaveke girîng e.

Mihçi bi dewamî got, “Bawer dikim ku wê komîsyonên jêrîn jî ava bibin û ji derdorên cuda yên civakê mirovên cuda yên li ser van mijaran xwedî fikirin wê beşdarî karên komîsyonê bibin û tevkariyê lê bikin. Ev yek pêşketineke gelekî girîng û hêja ye. Avabûna vê komîsyonê ji bo afirandina aştiyê ya li welêt, wê derfeta gotin û karkirinê bide derdorên demokratîk.”

Mihçi destnîşan kir ku paşeroja vê komîsyonê jî wê bi hewldanên aştîxwaz û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê diyar bibe û got, “Naxwe wê komîsyon ji destpêkê ve bibe hedefa rexneyan, daxuyaniyên neyînî; serketina xwe wê zehmet be.

Lê belê diyar e ku di nava civakê, gelan û hemû derdorên baweriyan de daxwazeke xurt a ji bo serketina vê pêvajoyê heye. Ev daxwaz bi bandora konjonktura li Rojhilata Navîn hîn xurt bûye. Bi sohbetên bi hevalên xwe re yên ku beşdarî civîna destpêkê ya komîsyonê bûn û ji daxuyaniyên Birêz Nûman Kûrtûlmûş hate dîtin ku komîsyonê destpêkeke baş kir û vê pêvajoyê hêja dibînim.

Civîna destpêkê ya komîsyonê civînek şêwirmendiyê û li ser diyarkirina avaniya wê bû. Ji ber vê yekê divê bendewariyeke ku pirsgirêk di nava çend mehan de bêne çareserkirin pêşkêşî civakê neyê kirin. Ev yek wê ne rasteqîn be.”

Mûrat Mihçi ragihand ku pêvajoya bi şewitandina çekan a sembolîk a PKK’ê re destpê kir bû wesîle ku ev komîsyon ava bibe û got, “Ev yek ne ew maseya ‘min da û stend’ e. Daxwazên demokratîk ji xwestekê bêhtir rastiyekê îfade dikin. Ev daxwaz divê li gorî hiqûqa gerdûnî û qanûnên Tirkiyeyê di nava ahengiyê de bi cih bê anîn. Divê ev pêvajo weke bendewariyeke berjewendiyan neyê dîtin.”

Mihçi destnîşan kir ku perwedeya bi zimanê dayikê, berdana girtiyên siyasî û nexweş divê bibin mijarên sereke yên rojeva komîsyonê û ev daxwaz jî ne weke jestekê lê belê weke rastiyekê bibîne.

Mihçi got, “Muxatabekî girîng ê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Girîng e li nêrîna wî û rêxistina wî bê guhdarîkirin, komîsyon bi van aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê hilberîne. Ji bo nêrînên herdu derdoran bêne nîqaşkirin derfet bêne afirandin ku ev yek ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoyê girîng e.

Bi dîtina min em hîn li destpêka vî karî ne, yanî hîn alfabeya pêvajoyê jî nehatiye nivîsandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin
Nûçeya Pişt re Bila Kurd dayika xwe nebîne: 30 sal in li ber derî li benda kurê xwe ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dem hatiye ku êdî li Birêz Abdullah Ocalan bê…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK: Roj roja berxwedan û bersivdayîna bi Zîlanwarî ye

MAK'ê got, “Îro roja berxwedan û bersivdayîna Zîlanwarî ya li dijî dagirker û xayinan e.…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîla TV weşana xwe nû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?