Hate ragihandin ku li Hewlêrê li derdora balafirgeha navneteweyî sibeha Sêşemê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Teqînê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê rû da. Li ser sedema teqînê û encama wê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Li herêmê navendên leşkerî û dîplomatîk ên herî girîng ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hene.

