Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abbas Arakçî li Bexdayê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin
Kurdistan

Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

Di encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê de ku di 10'ê Gulanê de li Cîzrê bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, Statu Kurdî" hat lidarxistin, bang hat kirin ku Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî yê duyemîn bi destûrî were mîsogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya dawî ya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ên Şirnexê, Komeleya Ziman û Çanda Birca Belek û Komeleya Ziman û Çanda Cûdî ve li navçeya Cîzrê ya Şirnexê di 10’ê Gulanê de hat lidarxistin, hat ragihandin. Di encamnnameya komxebatê de ku ji çar rûniştinên bi dirûşmeya “Perwerdehiya Kurdî, Statuya Kurdî” pêk hat, wiha hat gotin: “Lêkolînek berfireh li ser rewş û pêşeroja zimanê Kurdî hat kirin.”

Encamnnameyaa kom xebatê bi vî rengî ye:

“Di dîroka 10ê Gulana 2026an de li Eywana Konferansa Şaredariya Cizîrê, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û kedkarên zimên, xebateke berfireh li ser rewş û paşeroja zimanê kurdî hat lidarxistin. Di encama nîqaşên li ser; 

a- Di Dîrokê de Tekoşîna Zîmanê Kurdî  û Rist û Mîsyona Jinan
b- Di Hiqûqê de Ziman û Tekoşîna Zimanê Kurdî ya Hiqûqî  
c- Di Rêveberiyên Xwecihî de Stratejiya Tekoşîna Zimanê Kurdî
d- Di Têkoşîna Siyaseta Demokratîk de Zimanê Kurdî (Ziman û  Siyaset)

Di 4 sernavên sereke de, ev biryar û tespîtên li jêr bi raya giştî re em parve dikin:

Li ser vê bingehê Komxebat ji bo ronesanseke zimanî van xalên stratejîk pêşniyaz dike:

Divê; Kurdî di bazar, kolan, huner û her hûrgiliya jiyana civakî de bibe zimanê serdest.

Dîvê; Arşîvên devkî yên ku di bin pêşengiya jinan de hatine parastin, werin dîjîtalîzekirin.

Divê; Rola jinê di wêjeya Kurdî ya klasîk û nûjen de di nava kurtefilman de were nîşandan.

Divê; Atolyeyên “Ziman û Jin” li her taxê wekî dibistanên jiyanê werin vekirin.

Divê;Sapanên lîstokên zarokan bên amade kirin. 

Divê; binesaziya Kurdî ji bo Hişê Çêkirî (AI) were amadekirin û teknolojî bibe qada parastina ziman.

Dîvê;  Akademiyên  Ziman bên avakirin ji bo standardîzekirina zaravayan û zimanê zanistî.

Divê; Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê di makezagonê de were mîsogerkirin.

Divê; Li girtîgeh, dadgeh û nexweşxaneyan mafê wergêrê kurdî bi awayekî bêpere were peydekirin.

Divê; Li dijî her cure êrîşên li ser ziman, komîsyonên parastina hiqûqî ya ziman werin avakirin.

Divê;  Peymanên navneteweyî (wekî Peymana Mafên Zarokan) di derbarê ziman de werin aktîfkirin.

Divê; daxwaza statûyê Kurdî di asta makezagonî de wekî “zimanê fermî yê duyemîn û perwerdehiyê” cih bigire.

Divê; Dîplomasiya Ziman   li qada navneteweyî (UNESCO, NY) zext li ser dewletê were kirin da ku “Peymana Zimanên Herêmî ya Ewropayê” îmze bike.

Dîvê;  Ji hevşaredaran heta nûnerên kurd ên parlementoyê, zanîna zimanê Kurdî ango bi asteke perwerdehiya  ziman re derbas kirin,bibe şertê sereke yê temsîliyeta gel.

Dîvê; Nivîsên fermî û tabelayên giştî li gorî pîvana pirzimanîbûnê werin amadekirin

Divê; Hemû xizmetên şaredariyê bi awayekî duzimanî  werin pêşkêşkirin. 

Divê; Kreşên bi zimanê Kurdî li her taxê wekî mînakeke model werin zêdekirin. 

Divê;  Di peydakirina karker û karmendan de zanîna Kurdî wekî pîvaneke pêşîn were qebûlkirin.

Divê;Di heremê de Nexeşeya navên  cih û warên kurdî bên amede kirin. 

Divê; Navên tax, kolan û parkan bi navên kurdî yên resen werin guhartin.

Divê; Malper û serîlêdanên dîjîtal ên şaredariyan bi kurdî bin

Divê; Kursên ziman ên ji bo gel werin organîzekirin û sertîfîkayên fermî werin dayîn

Divê; Di budçeya şaredariyan de pişkeke taybet ji bo pêşxistina zimanê kurdî were veqetandin.

Divê; Zimanê Kurdî di hemû civîn û meclîsên siyasî de bibe zimanê sereke yê axaftinê.

Divê; di hemû weşanên siyasî, pankart û belavokan de Kurdî wekî pîvana rûmetê were dîtin.

Divê Ziman ne tenê wekî amûrekî, wekî nasnameyeke siyasî were parastin.

Divê; Siyaseta demokratîk  kurdiyê li gorî hemû zaravayên wê Kurmancî, Kirmanckî biparêze.

Divê; hemû partî, sazî, dezgeh û derdorên li ser navê kurdan tevdigerin xwedî stratejî, polîtîka, plansazî, bername, budçe, kadro û xebatkarên ji bo zimanê kurdî bin.

Divê; têkoşîna ji bo zimanê Kurdî di nava hemû cih û warên civakî de bên belavkirin. Kar û xebatên zimanê Kurdî li her derê bên birêxistinkirin, li her derê mal, kom û saziyên kurdî bên avakirin. Ji bo pêkanîna vê divê em hemû kurd xwe erkdar û berpirsyar bibînin.

Encam:

Bêyî edaleta di ziman de, edaleta civakî û azadiya siyasî ne pêkan e. Israra me ya di ziman de, israra me ya di hebûna me ya neteweyî de ye.

Banga me: “Kurdî biaxive, Kurdî bixwîne, Kurdî binivîse û bi Kurdî bijî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe
Nûçeya Pişt re Malbatên Qamişlotê daxwaza berdana zarokên xwe kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aktîvîstên keştiya alîkariya mirovî ya diçû Fîlîstînê hatin binçavkirin

Koalîsyona Fîloya Azadiyê ji aliyê Îsraîlê ve hate rawestandin û rêwiyên di keştiyê de jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwanekî din ê girseya gel berê xwe da Bendava Tişrînê

Karwanekî din ê ji şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Xelkê bajarên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa û Rimêlanê agirê Newrozê vêxistin, govend li ber stranên şoreşgerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?