Sêşem, 30 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê derbarê pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda jiyanê: Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Kûrt piştî 11 salan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Bûyîna hevrêyên Zîlan rûmeteke mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin!
Rojane

Bakirhan: Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin!

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê şert û merên danûstandin, jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan êdî li gorî pêvajoyê başkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di koma Meclisê ya heftane de li ser geşedanên dawî axivî. 

Bakirhan, destpêkê hunermend Kadir Înanir û Dayika Aştiyê Behiye Sevîmê ku jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. 

‘DIVÊ MIROV LI CIVÎNÊN NATO’YÊ MÊZE BIKE’

Bakirhan diyar kir ku civînên NATO’yê têkildarî beralîkirinên kûrewî de tiştên girîng dide der û got ku li cîhanê êdî pergala li ser esasen pîvanan diherife û guh li pîvanan nayê kirin, her kes li gor hêza xwe tevdigere. Bakithan bilêv kir ku her ku bêpîvanî zede dibe, zimanê şer jî asayî dibe û got: “Di rewşeke wiha ade divê bê pirsin ka NATO bi kêrî çi tê.” 

Bakirhan destnîşan kir ku NATO wextekê wekî tifaqa parastinê hatiye avakirin û got ku NATO veguheriye hegemonyayekê û amûreke şer. Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo mirov tiştên diqewime fêm bike divê li civînên NATO’yê meze bike û got: “Biryarên mezin hemû li Rojhilata Navînê tên testkirin. Em vê civînê wekî berdewamiya konsepta NATO 2030’yî dibinin ku berê biryara wê hatiye dayîn. Em wê wekî xeleka şer û ewlehiyê ya nû dibinin.” 

Bakirhan got: “Em behsa civîneke ku btir azadiyê, bêtir demokrasiyê, bêtir aştiyê ji gelan re bîne nakin. Em behsa civîneke berevajî vê dikin. Ev civîn dê bêtir çekan, bêtir eniyan, bêtir hêsirê çavan û êşê bîne. Li Enqereyê cîvîna kesên eniyên nû xêz dikin tê danîn, lê em ê li vir bêtir bibin dengê bindestan, kedkaran, ciwanan û aştiyê. Em naxwazin eniyên nû bên vekirin û şerên bi vî rengî bên kirin. Em ê îtiraz bikin û em qebûl nakin.” 

Bakirhan wiha domand: “Civîn hê dest pê nekiriye, lê tiştên me behs kirin hatin teyîtkirin. Hema beje Enqere veguheriye girtîgeheke vekirî. Jixwe çend roj şûnde em ê bibinin. Gelo Enqere amadekariyê civînekê dike an ên şerekî? Bawer bikin em fêm nakin. Ger ji destê wan bê wê bejin paceyên malên xwe jî venekin. Di vê germahiyê de dê me bê nefes bihêlin. Ev bajarê mezin, sirf ji bo çend wesayîtên protokolê derbas bikin tê girtin. Tê gotin dê ji bo beza serê sibehê ya hin serokan, dê park bên girtin. Sirf ji bo wan dê gelê Enqereyê nece parkan. Enqereyî li bajarê xwe zede tên dîtin. Berî civînê, gelek operasyon hatin kirin. Bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi hincetên pûç ev girtin û binçavkirin hatin kirin. Min li pirsen ku ji hevalên me yên di binçavan de hatine pirsîn meze kir. Tiştekî eletewş. Ma em çi bikin? Ma em rabin ji bo civîneke ku dê li cîhanê şerekî nû bide destpêkirin li çepikan bidin? Em tevgereke li dijî şer in, em vê nakin. Li holê hê protesto tune ye, lê binçavkirin hene. Şeveqê zû derî û paceyan dişikînin, mirovan kelemçe dikin û wna binçav dikin.” 

Bakirhan destnîşan kir ku bi bêdengkirina Enqereyê şahiya demokrasî çênabe û got ku ew di tiştên li hemberî çapemeniyê de jî bi heman dîmenê re rû bi rûne. 

12 MILYAR TL HATIYE XERCKIRIN

Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çalakiyeke du rojî heya niha 12 milyar TL hatiye xerckirin û got: “Mesela ji bo çêkirina rêyan 9 milyar û nîv pere hatiye xerckirin. Ji bo di rêya protkoloê de xweşiya li ber çavê lîderan xera nebe ji bo baxçeyan 69 milyon TL hatiye xerckirin. Ger rayedarekî ku şerm pê re hebe hebûya, min dixwest jê bipirsiya; ma ji rê bên çêkirin û kulîlk bên danîn ma gere civîna NATO’yê hebe? Qey niha hat bîra we ku hûn ji bo rêyaan 12 milyaran xerc bikin?” 

‘RÊ EW E KU MESELEYA KURD BI HIQÛQÊ VE BÊ GIRÊDAN’

Bakirhan destnîşan kir ku di meseleya Kurd de rê ew e ku mesele bi “qanûna çerçeve” bi hiqûqa aştiyê ve bê girêdan û got ku ev jî divê bêyî bi derengî bikeve bê kirin. Bakirhan wiha domand: “Li pêşiya me, yek ji firsendên herî mezin ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê heye. Ev ne mubalxe ye. Ev, firsenda herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye. Ev, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hindik maye du salên pêvajoyê temam bibe. Di vê pêvajoyê de hin gav hatin avêtin. Çek hatin şewitandin, li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyon çû Îmraliyê. Rapora xwe amade kir. Em yekê ji van jî biçûk nabînin, tüne nahesibînin. Berevajî vê, em dixwazin pêvajoya civaka demokratik û aştiyê li ser van gavan ava bikin. Em difikirin ku em ê vê firsenda dîrokî çawa veguherînin aştiyeke mayinde, jiyaneke birûmet û siberojeke demokratik.” 

‘RÊYA VÊ QANÛNA ÇERÇEVE YE’

Bakirhan wiha got: “Em careke din dibêjin, rêya vê qanûna çerçeve ye. Ne hêsan e ku mirov meseleyeke 100 salî ji zemîneke tundiyê veguhîzene zemîneke hiqûqê. Divê ev qanûn, li gor girîngiya mezinahiya vî karî bê nivîsandin û bi wêrekî bê nivîsandin. Guhê civakê li vê qanûnê ye. Guhê kesên tê payin ji çiyê dakevin, kesên bi awayekî bêhiqûqî girtî ne jî, guhê girtiyên nexweş û yên li sirgûnê jî li vê qanûnê ye.”

Bakirhan destnîşan kir ku ger ev qanûn dê bi rastî û wêrekî bê pêkanîn, dê zemîneke demokratik çêbibe ku ew bi hesreta wê ne û got: “Dixwazim bi boneya vê qanûnê bala we bikişînim ser xalekê. Hûn Alî Urkut nas ikinç Bi salan Cîgirtiya Hevserokatiya me kir. Serokatiya partiyê ya Amedê û sendîkavanî kir. Yanî temenê xwe ji bo demokrasiyê derbas kir. 15 roj berê DMME’yê der barê Alî Urkut de biryara binpêkirinê da. Yanî min jî ji DMME’yê biryara binpêkirinê girt, lê li Tirkiyeyê mafê îtirazê hebû. Lê di vir de mafê îtirazê tune ye. Biryareke binpêkirinê ya ew qasî zelal da. Lê Dadgeha Îstinafê nabihîze, guhên xwe girtine. Piştî vê biryara DMME’yê, duh Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî biryareke binpêkirinê da. Hadê em bejin DMME, dadgeheke navneteweyî ye, hûn dadgehên navneteweyî nas nakin, em vê dizanin; we ji bo Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê pêk neanî. Yahû AYM, dadgeheke Tirkiyeyê ye, qet nebe biryarên wê pêk bînin.

Alî Urkut du sal in ji ber pençeşêrê tê dermankirin. Nazmî Gur, demarên wî xitimîne û felcî bûye. Qet nebe wan berde. Ez bang li Dadgeha Îstinafê û daraza Tirkiyeyê dikim ku biryarên DMME û AYM’ê pêk bînin.” 

Bakirhan dîsa bal kişand ser “qanûna çerçeve” û got ku divê ev qanûn rasteqîner be û divê ne li ser esasen binpêkirina rûmeta mirovan be. 

Bakirhan destnîşan kir ku di mijareke wekî aştiyê de dê derengxistinî rê li ber xirabiyê veke û got: “Ji ber ku hin kes hene ji aştiyê ditirsin. Ji ber şer ji bo wan qezenc e. Şer, qoltix e. Dijminatî sermaye ye. Baş dizanin ku gava gel bên cem hev dê ev sermayedar biqedin. Ji ber vê ye ku her roja bi derengî dikeve, ji bo kesên dixwazin aştiyê bifetisînin firsendek e. Heya sererastkirinên hiqûqî neyên kirin, dê tiştên berê, normên ewlehîparêz û derdorên dijberê çareseriyê ji xwe re zemînê bibinin. Ji ber vê, qanûna çerçeve nayê taloqkirin. Yanî nabe ku taloqî payizê bê kirin. Niha qanûn, niha aştî.” 

ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN

Bakirhan bal kişand ser “Mîtîngên Azadiyê” û got: “Me li Stenbol, Amed, Mêrsîn û Wanê azadiyên mîtîngê li dar xistin. Ez jî beşdarî mîtînga Stenbolê bûm. Coşeke mezin, xwedîderketineke mezin hebû. Keda her kesî sax be. Di her çar mîtîngan de jî daxwazeke sereke bebriçav bû; ‘Em êdî dixwazin birêz Ocalan bibinin.’ Ev xwedîderketin vê yekê nîşanî me da. Civak naxwaze aştî bi derengî bê xistin. Wekî gotina dayika li Îzmîrê, 18 sal in di girtîgehê de bi gelek nexweşînan re têdikoşe. Baş nayê dermankirin. Şerm e. Rojek berî rojekê derxin. Bila êdî mirov di girtîgehan de nemirin. Civak dixwaze di vê pêvajoyê de qada birêz Ocalan berfirehtir be. Ger muxatab be, nexwe qada wî veke. Hem muxatab e hem jî bi hefteyan di hucreyeke 12 metrekarî de hevdîtin pê re nayê kirin. Em careke din dibêjin, divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hişê çêkirî gefê li îstihdam û dewleta civakî dixwe
Nûçeya Pişt re Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Makbûle Guner: Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje

Makbûle Guner ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û di şer de kurekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî 31 salan hate berdan

Nîbel Genç a ku 31 salan rehîn hate girtin, hate tehliyekirin. Nîbel Genç bi dirûşmeya…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî û OHD’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin

Emîne Şenyaşarê çalakiya Nobeta Edeletê di roja 79'emîn de li ber Wezareta Dadê berdewam kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê derbarê pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Zanist

Hişê çêkirî gefê li îstihdam û dewleta civakî dixwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?