Li gorî daxuyaniyên artêşa Îsraîlê û niştecihên herêmê, zêdetirî 100 şêniyên Îsraîlî êrîşî gundê Jalud ê li bakurê Şerîaya Rojava kirine.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di saetên şevê de zêdetirî 100 kes li dora gund kom bûne û hêzên ewlehiyê ji bo wan belav bike mudaxile koma berbehs kiriye. Hate ragihandin ku şêniyan rê girtine, lastîk şewitandine, kevir avêtine hêzên ewlehiyê û xanî û wesayîtên aîdî Filistiniyan dane ber agir.
Hate diyarkirin ku sê polîsên sînor ên Îsraîlî bi sivikî birîndar bûne û wesayîteke ewlehiyê zirar dîtiye. Polîsên Îsraîlê gumanbarek binçav kirine û ji bo lêpirsînê du zarok jî hatine girtin.
NETANYAHU ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR
erokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu êrîş weke çalakiya ‘’komeke biçûk a serhildêr’’ pênase kir û şermezar kir. Netanyahu anî ziman ku çalakiyên bi vî rengî zirarê dide civakên li herêmê û dibin asteng ku hêzên ewlehiyê erkê xwe bi cih bînin.
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî diyar kir ku bûyerên weke şewitandin, avêtina keviran û êrîşa li ser hêzên ewlehiyê nayê qebûlkirin û bûyer şermezar kir.
Îsraîl, ji 1967’an ve ye Şerîeya Rojava dagir kiriye. Li herêmê nêzîkî 500 hezar şêniyên Îsraîlî û nêzîkî sê milyon Filistinî bi hev re dijîn. Ji Cotmeha 2023’yan ve ye ku destpêka şerê Xezeyê ye li Şerîaya Rojava bûyerên tundiyê zêde bûne.

