Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê ji bo bîranîna 60 şehîdên meha Tebax û Îlonê yên ku li cih û demên cuda de şehîd bûne, li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bajarê Amûdê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de şêniyên bajêr, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û meclisa bajêr amade bûn. Di merasîmê de sînevizyonek ji bo pêşandana wêneyên her 60 şehîdan hat pêşandan, Meclisa Malbatên Şehîdan gul pêşkêşî malbatên şehîdan kir, dayikên şehîdan jî ji bo bîranîna zarokên xwe mûm vêxistin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Zîwer Elî axivî û behsa şehadet û keda şehîdan kir.
Zîwer Elî bal kişand ser mijara zimanê kurdî, destnîşan kir ku divê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di destûra Sûriyeya demokratîk de were misogerkirin û got: “Gelê Kurd girêdayî mafê xwe ye û wê li pêşiya hewildanên kêmkirina ji zimanê kurdî bêçare nesekinin.”
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

