Şehîd Taylan, li dû xwe 7-8 lênûsk ûgelek helbest hiştibûn. Li ser yek ji lênûskê, ji kesê ku wê rojekê nivîsên wî sererast bike re notek hiştibû: ‘’Ez dinivîsim. Tevlihev dinivîsim. Hêvî dikim ku hevalê ku wê vê sererrast bike, xwe ji min aciz neke. Min dikarî ez ev qasî bikim. Min dikarî ku ez qet nenivîsim jî lê belê min weke deynekî dît û min nivîsand.’’
Mûnzûr Diyar ê endamê Komîteya Xebatên Şehîdan ê ku me hevûdu li Qendîlê dît, tîne ziman ku dema rojnivîskên Taylan digihîjin wan ew li rastî van gotinan hatine. Diyar û hevalên wî lênûsk, name, wêne û delîlên ku gerîlayan li dû xwe hiştine, berhev dikin û beşek ji wan ji bo ku weke werin çapkirin, tên amadekirin. Lê belê hemû xebatên tên amadekirin jî nagihîjin xwîneran.
‘QALA ZAROKÊ ME JÎ BIKIN’
Ji bernameyên televîzyonê yên komîte amade dike re rexneyên malbatan çêbûne. Diyar dibêje ku hin malbat dibêjin ku jiyana jin gerîlayan di bernameyan de tên nîşandan lê belê ji bo hin xizmên wan ên beriya salan jiyana xwe ji dest dane tiştekî wisa nayê kirin. Dibêjin: ‘’Zarokên me jî bi salan e şehîd in, çima ji bo wan bername nayên çêkirin?’’
Diyar dibêje ku piştî van rexneyan wan awayê amadekirina bernameyên xwe guhertiye. Beriya niha li ser navên hatine diyarkirin, bername dihatin çêkirin lê belê d bernameyên nû de jiyana şehîdan li gorî rêza dîrokê tê amadekirin.
QALA JIYANA 700 ŞEHÎDAN KIR
Ev pêşniyara bernameyê, ji gerîlayekî ciwan ê qet bavê xwe nas nekiriye, hatiye. Bavê wî, şeş mehan beriya ku ew ji dayîk bibe tevlî nava PKK’ê bûye. Gerîlayê ciwan, dema ku 21-22 salî bûye, gotiye ku ew dixwaze bernameyeke ku yek bi yek qala kesên şehîdan dike, amade bike. Nêzîkî deh salan ev xebat domandiye û bernameyeke ku qala jiyana 700 şehîdan dike, amade kiriye.
Di bernameyê de jiyana kesên ku di sala 2012’yan de jiyana xwe ji dest dane ji mehên ewil ên salê dest pê kiriye ûli gorî rêzê hatine amadekirin. Diyar dibêje ku piştî ku wan sala 2012’yan temam kiriye, derbasî sala 2013’yan bûne û plan dikin ku ew salên din jî amade bikin. Bi vî awayî armanc dikin ku li şûna ku yek bi yek navan hilbijêrin, bi qasî derfet hebe qala jiyana her kesî bikin.
Diyar dibêje ku ji bilî bernameyên televîzyonê ew weşanên radyoyê û xebatên nivîskî jî amade dikin. Lê belê xebata ku komîte bi taybetî girîngiyê didiyê, rojnivîskên ku ji aliyê gerîlayan ve hatine nivîsandin û bîranînên ku derheqê hevûdu de nivîsandine. Beşeke mezin a ku komîte hewl dide weke pirtûk çap bike, ji van pêk tê.
BIYOGRAFÎ TÊN AMADEKIRIN
Diyar dibêje ku di destê komîteyê de nêzîkî hezar û 700 rojnivîskên ku weke pirtûk werin çapkirin, hene. Hin ji wan ji 20-30 rûpelan pêk tên û ev li gel rojnivîskên gelek şehîdan ji bo weşanê tên amadekirin. Lê belê hin ji wan jî bi tena serê xwe bi qasî çend bergan dirêj in. Lênûskên Taylan jî di nava van xebatan de cih digire.
Komîteyê piştî sala 2020’an dest bi amadekirina biyografiya gerîlayên şehîd kiriye. Diyar dibêje ku wan di plansaziyên xwe yên dawîn de biryar daye ku vê xebatê weke ku hemû navan bigire nava xwe berfireh bikin, li gel derfetên lêkolînkirinê ew dixwazin çîroka jiyana hemûyan binivîsin.
ARŞÎVA ÎNTERNETÊ TÊ AMADEKIRIN
Weşandina rojnivîskan jî kedeke mezin hewce dike. Diyar dibêje ku tekst bi awayekî raserast nayên çapkirin, ji bo baş werin xwendin divê wan sererast bikin. Li gel vê yekê çapkirina tekstên ku ji bo weşanê hatine amadekirin jî pirsgirêkeke cuda ye. Diyar dike ku wan kariye li Ewropayê beşek ji wan biweşînin lê belê li Tirkiyeyê li pêşiya wan xebatan astengî hene. Tîne ziman ku ji ber vê yekê wan dest bi amadekirina arşîveke înternetê ya ku hemû kes bikaribe xwe bigihînê, kiriye. Dixwazin li ser malpera ku hê nehatiye weşandin pirtûkan û materyalên din ên di arşîvê de parve bikin. Dibêje ku lê belê ew têkildarî mijara xwegihandina dijîtal de li gel weşanxaneyên ku dixwazin destpêkê pirtûk werin weşandin, pirsgirêkan dijîn. Dibêje: ‘’Dibe ku weşanxane bixwazin pirtûkan çap bikin û bifiroşin, lê belê fikareke me ya bi vî rengîtune ye. Armanca me ya sereke ew e ku gel şehîdên xwe nas bike. Piştî ku hatin weşandin kesên ku dixwazin çap bikin, bila çap bikin.’’
JI BO KESÊN BÊ GOR BÎRDARÎ
Gorên li Qendîlê û pakrewangehên din, temamiya şehîdan nagirin nava xwe. ‘’Em dibêjin 27hezar şehîdên me hene. Li pakrewangehên me bi tevahî du hezar şehîd hene.’’ Ev hejmarên ku ji aliyê iyar ve hatin dayîn, xwe dispêrin daneyên komîteyê bi xwe. Gora beşeke yên din ên mayî tê zanîn lê elê cenazeyên wan nehatine veguhastin, cenazeyê beşeke ji wan jî qey nehatine dîtin. Yên li gorên komî yên weke Newala Qesaba hatine veşartin jî hene. Ji ber vê yekê ji bo kesên bê gor tê plankirin ku li pakrewangehê qadeke cuda were amadekirin. Di projeyên pakrewangeha de jî ji bo vê yekê cih hatiye veqetandin. Dixwazin li dora bîrdariyeke hevpar a hemû şehîdan sembol bike, bîrdariyên biçûk ên li ser navên wan û agahiyên wan cih digirin, amade bikin. Wêneyên ên wêneyên wan hene jî wê li vir cih bigirin. Lê belê divê di destpêkê e diyar bikin ku gorên kîjanan hatine peydakirin, dikare gorên kîjanan werin veguhastin û êdî ew nikarin xwe bigihînin gorên kîjanan. ‘’Em qad bi qad ji hev cuda dikin ku kî şehîd bûne. Em hewl didin ku eşkere bikin bê ka gorên kîjanan hene, yên kîjanan tune ne, em dikarên yên kîjanan bînin, en van hemûyan lêkolîn dikin. Piştre jî em ê hewl bidin bîrdariyeke weke ya me ji bo Heval Dorşîn çêkiriye, çêbikin.’’
NE ŞEHADET QALA JIYANÊ KIR
Komîte axaftin û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîdan jî berhev dike. Diyar dibêje ku wan ji van xebateke ku ji du bergan pêk tê amade kiriye û ew li ser bergên nû dixebitin. Dema ku qala nêzîkatiya Rêber Apo ya têkildarî şehîdan dike, berê xwe dide salên ku PKK hê weke komekê teşe digire. Dibêje ku Rêber Apo têkoşîn li gel şehîdan daye destpêkirin. Di destpêka vê gotinê de Fevzî Aslansoy ê ji Pirsûsê yê xwendekarê zanîngehê heye. Rêber Apo di axaftina xwe de têkoşînê her pêngaveke rêxistinî ya girîng a têkoşînê bi bîranînan şehîdan ve girê dide. Piştî Hakî Karer pêvajoya partîbûnê, piştî Mahsûm Korkmaz artêşbûn, li gel bîranînên Zîlan û Bêrîtan jî pêşketina tevgera jinan ev yek hemû weke perçeyên vê xeta dîrokî tên qebûlkirin.
‘’Rêbertî PKK weke Partiyan Şehîdan bi rê ve bir. Di salên ewil de dema ku malabatn dipirsî bê ka cenaze li ku ne, dibêje; ‘Nebêjin mirine, di nava PKK’ê de dijîn.’ Rêbertî ji destpêkê ve qala şehadeta ti şehîdan nekir. Tim qala jiyana wan kir. Çawa têkoşiya, terzê têkoşîna wan çi bû, dixwest çi bike tim qala van yekan kir û hewl da ku xeyalên wan pêk bîne.’’
NE ÎRO DIVÊ EM HEYA HEYAYÊ WAN ZINDÎ BIGIRIN
Diyar, gotina Rêber Apo ya hin notên ji Îmraliyê hatine jî anî ziman: ‘Xwezî min bikariba navên her kesî, hemûyan yek bi yek ji ber kiriba û di bîra xwe de bigirta.’ Rêbertî wan di bîra xwe de digire û dixwaze wan zindî bigire.
Dibêje ku wan ev gotin ji bo xwe weke fermanekê standiye: ‘’Divê em bikaribin hemû şehîdan zindî bigirin. Ne roja îroyîn, divê em heya heyayê wan zindî bigirin. Divê em wan di bîra Kurdistanê de bi cih bikin.’’
DIVÊ EM VEGUHERÎNIN HÊZA TÊKOŞÎNÊ
Dema em tên dawiya hevdîtinê, em dubare li ser nûçeyên şehadetan ên di demên dawîn de hatine eşkerekirin, diaxivin. Windahiyên ku piştî salan haya malbatan jê çêbûne, ji bo wan jî di paşerojê de nemane.
Diyar, vê zehmetiyê bi berpirsiyariya dimandina armancên şehîdan ve girê dide: ‘’Windakirina însanan bi êş e. Êşa hevrêyan gelekî mezin e. Lê belê em hewl didin ku hemû şehadetan veguherînin hêza têkoşînê. Li gel hêza ku em ji wan distînin, em hewl didin armancên wan pêk bînin.’’
Van gotinan bes ji bo xwe nabêje. Di serî de malbat û xizm dibêje ku di vê mijarê de her kesî rolek heye: ‘’Li gel dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ şehîd nemir nabin. Nemirbûna şehîdan girêdayî civaka birêxistinkirî û civaka azad e. Bi qasî ku en van yekan pêk bînin, em ê bikaribin şehîdan zindî bigirin. Bi qasî ku em civaka demokratîk li ser rastiya şehîdan û li dora paradîgmaya Rêbertî birêxistin bikin, em ê xwedî li şehîdan derkevin.’’
MALBATÊN LI MALÊN ŞÎNAN
Nêzîkî du mehan beriya niha li malên şînê yên li Êlih, Amed û Şirnexê dema ku min li gel malbatan xeber dida ez li rastî gelek pirsan hatim. Dayikên ku min ew dîtin, mereq dikirin bê ka zarokên wan rojên xwe yên dawîn çawa derbas kirine, li ku û li ba kî şehîd bûne û goreke wan heye yan na. Ev dosya, li wan sersaxiyan, tiştên ku malbatan anîn ziman û pirsên di mejiyên wan de derket holê. Em tevahiya sê beşan li bersivên hin pirsan geriyan û me hewl da em fêm bikin çima hê ji wan bê bersiv name.
Di dawiya roportajê de ez dubare wan dayikan difikirim. Tiştên ku min li Qendîlê guhdar kirin û pirsên di nava sersaxiyan de hatin kirin nîşan didin ku paşerojeke wê ya çi qasî dirêj û dijwar heye. Ez ji vê dosyayê, li gel fikra bê ka bersivên pirsên malbatan di şert û mercên çi qasî dijwar de tên lêgerîn lê belê çi libendêmayîn û bihîstina wan bersivan jî çi qasî giran e, bi dawî dikim.
TIŞTÊN KU DI RÊVEBERIYA XWESER DE NEHATINE TOMARKIRIN
Di serî de Cizîr, Silopya û Sûr hê jî agahiyên têkildarî temamiya kesên kudi serdema rêveberiya xweser de jiyana xwe ji dest dane, nehatine tomarkirin. Diyar dibêje ku malbatên ku li navên kesên ku di vê serdemê de jiyana xwe ji dest dane, digerin hene lê belê komîteyê nekariye xwe bigihîne hemû agahiyan. Diyar bi taybetî diyar dike ku tevahiya kesên beşdarî şer û pevçûnan bûne ne gerîla bûne. Kesên ji tevgerên ciwanan tevlî bûne, sivîl û kesên ku li tax û malên xwe jiyana xwe ji dest dane, hebûn. Nebûna komîteyê ya li van herêman a bi awayekî rasterast, berhevkirina agahiyên li ser nasnameyan dijwar kiriye.
Diyar dibêje: ‘’Me nekarî em arşîvekê çêbikin. Me tam nezanî bê ka kî şehîd bû ûkî ma’’ û tîne ziman ku di xebatên piştre de navên gelek kesan hatine eşkerekirin, têkildarî kesên ku di vê serdemê de jiyana xwe ji dest dane wan malpereke înternetê ava kiriye. Destnîşan dike ku li ser malperê ji bilî gerîlayan zarok û temenmezin jî cih digirin. Lê belê hemû nav nehatine tespîtkirin. Bi taybetî balê dikşîne ser kesên ku li bînayên hatin hilweşandin û di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane. Diyar anî ziman ku komîteyê li ser agahiyên ku gihîştine wan û serlêdanan hewl daye agahiyan zelal bike û dibêje ku tevî vê yekê jî navên kêm û nehatine eşkerekirin, hene.
BAXÇEYÊ APÊ HESEN
Yek ji kesê ku di diyarkirina cihê pakrewangeha li Qendîlê de keda wî heye Apê Hesen e. Apê Hesen ê kuji Sîweregê û bavê deh zarokan e, di dema şer û pevçûnên HîlwanûSiwerêgê yên sala 1979’an de PKK nas kiriye. Piştre du zarokên wî şehîd bûne. Bi salan li Stenbolê jiyaye û piştre jî derbasî Rûsyayê bûye. Di 56 saliya xwe de tevlî nava PKK’ê bûye û di destpêka salên 2000’î de derbasî Qendîlê bûye. Ji ber temenê xwe zêdetir li cihekî ku bi mêvanên tên re eleqedar bibe, dimîne. Di sala 2006’an de dema ku cihê pakrewangeha nû dihat nîqaşkirin, qada roja îroyîn pêşniyar kiriye. Dema ku biryar hatiye standin ku wê pakrewangeh li vir were çêkirin jî bes cih nîşan nedaye di heman demê de beşdarî xebatan jî bûye.
Diyar bi bîr dixe ku di wan deman de Apê Hesen heftê salî bûye. Li gel hevalên xwe yên ciwan xebitiye û dema ku bûye şev jî ji wan re stran gotine. Lê dinêrî bê ka kesên dixebite di nava rojê de rewş morala wan çawa ye. Li ba wî makîneyeke wêneyan hebûye. Di çêkirina pakrewangehê de wêneyên gerîlayên ku dixebitîn, digirtin û hewl daye ku bi wa re roportajan çêbike. Ji wan dipirsî bê ka ew çi difikirin, çawa hîs dikin û ew ê van rojên xwe yên li wir çawa bi bîr bînin.
‘’Hinekî dixwest kesên li vir dixebitîn, j dîrokê re bimînin. Hestên gerîlyan distan. Qet nexwendibû lê belê bi rastî jî hestên wî xurt bûn. Weke rojnamevanekî heftê salan pirs dikirin.’’
Baxçeyekî Apê Hesen ê li ba pakrewangehê amade kiriye jî hebûye. Dar çandine, gul mezin kirine. Şevan di saet sêyê de radibû û av dida kulîlkan. Bi xwe bi baxçeyî re eleqedar dibû û kulîlkên li pakrewangehê dinêrî. Apê Hesen di salên dawiyê de tedawiya penceşêrê dîtiye. Ji hevalan re gotiye ku dema ew şehîd dibe bila wî di nava bexçeyê wî de veşêrêrin. Dema ku ew di sala 2010’an de tevlî karwanê şehîdan dibe, biryar tê standin ku wî li pakrewangehê veşêrin. Dest bi vekirina cihekî kirine lê belê kevir derketiye. Cihekî din vekirine lê belê ji wir jî kevir derketiye. Ev yek çend caran dubare kirine lê belê her carê kevir derketiye. Piştre wasiyeta Apê Hesen hatiye bîra wan. Dawiyê Apê Hesen di nava baxçeyê wî de veşartine.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA/RENGÎN AZÎZOGLÛ








