Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî ku di êrîşa rejîma Îranê de şehîd bûye, ragihand.
Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di qonaxeke hesas re derbas dibe. Ev têkoşîn ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo û bi armanca gihîştina civakeke azad û demokratîk berfirehtir dibe. Bi taybetî piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, civaka Îranê bi giştî û Kurdistan bi taybetî, bi moral û hişmendiyeke zêdetir rol û bandora PJAK’ê wekî partiyeke nû li qada siyasî û civakî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibîne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di kûrahiya Rojhilatê Kurdistanê de çeper girtiye û vê yekê kiriye ku her tim ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, di nava dilê Rojhilatê Kurdistanê de bibe hedefa êrîşan. Di dema borî de ji çiyayên serkeş ên Şaho û Hewramanê heta daristanên Bane û Merîwanê, rejîm bi topbarankirina wan herêman êrîşî hêzên me dike. Di bûyera dawî de, li Serdeştê careke din di navbera hêzên me û Pasdaran de şer û pevçûn qewimî.
Şeva Çarşemê, 11’ê Mijdarê, komek heval ji bo pêkanîna erkên xwe li Serdeştê di navbera saet 9 heta 10’ê şevê de dikevin kemîna hêzên dijmin û ji aliyê Pasdaran ve êrîş li ser wan tê kirin. Hêzên rejîmê bi çekên giran û dronan êrîşî hevalên me dikin. Di wê pevçûnê de ku kêmtir ji saetekê dom dike, heval Dersim Behar birîndar dibe.

Hêzên kirêgirtî yên rejîmê (cehş) mil bi milê artêşa dagirker a Komara Îslamî ya Îranê beşdarî operasyonê dibin. Her wiha dijmin ji bo nêzîkbûn û êrîşkirina li ser hevalên me dronan bi kar tîne. Bi dijwarbûna pevçûnê re, şer digihîje asta pevçûna rûbirû. Heval Dersim birîndar dibe û bi qehremanî heta guleya dawî li ber xwe dide û ji bo ku nekeve destê dijmin bi guleya dawî xwe şehîd dike.
Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan pêş ketiye û hesta berpirsyarî û berxwedanê di nava gelê Kurd de bihêztir kiriye. Wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di çarçoveya parastina rewa û xweparastinê de, çawa ku di dema borî de li hember êrîşên rejîma Îranê bêbersiv nemane û me tola şehîdên xwe hildaye, vê carê jî em soza xwe ya ji bo bersivdayîna şehîdbûna heval Dersim Behar dubare dikin û careke din peymana xwe ya ji bo berdewamkirina rêya şehîdan nû dikin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de bi vî rengî ye:
Nasnav: Dersim Behar
Nav û paşnav: Puyan Kerîmî
Cih û dîroka dayîkbûnê: 1983-Birucêrd
Navê dayîkê: Helale
Navê bav: Emced
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2015-Qendîl
Cih û dîroka şehadetê: 11’yê Mijdar 2026-Serdeşt

