Di sala 2004’an de li bajarê Qamişlo yê Rojava di navbera tîmên fûtbolê Kûlûba Cîhad Spor û ya Al-Fotuwa de fûtbol hate lîstin. Di lîstikê de di encama guleberdana polîsên girêdayî rejîma Sûriyeyê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li pey vê bûyerê destpêkê li Qamişlo û piştre jî li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serhildan destpê kirin. Di van serhildanan de gelek kes hatibûn qetilkirin.
Li gorî daneyên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di êrîşan de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Lê şahidên bûyerê diyar dikin ku hejmara mirî û birîndaran ji ya tê zanîn hîn zêdetir e.
Hevserokê Komîteya Karên Hundir a herêma Cizîrê Kenan Berekat ku yek ji şahidên pêvajoya 12’ê Adarê ye, têkildarî tiştên wê rojên qewimîn ji ANF’ê re axivî.
Kenan Berekat diyar kir ku komkujiya qewimî encama polîtîkaya înkarê ye ku dewleta Sûriyeyê li dijî Kurdan pêk tîne û ev tişt got: “Dewleta Sûriyeyê qasî 50 salan li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkar û tune hesibandinê meşand. Tevî ku gelê Kurd hezar sale li ser vê xakê dijî, dewleta Sûriyeyê bi salan nasname neda vî gelî. Mûameleya penaberan li vî gelî hate kirin û bi sed hezaran mirov bênasname li ser vê xakê jiyan kirin.
Ev siyaseta înkarê di qada aborî, siyaset û perwerdeyê de jî li dijî Kurdan hate meşandin. Yanî Kurdên Rojava di nava sîstema dewleta Sûriyeyê de mûameleya welatiyê sêyemîn, çaremîn didît. Gelek mafên wê hatin binpêkirin. Ji vî alî ve sedemên dîrokî yên bûyera 12’ê Adarê hene. Di destpêka van sedeman de siyaseta înkarê ya dewleta Sûriyeyê heye.
Bûyera 12’ê Adarê li stadyûma Qamişloyê destpê kir. Li vir di lîstoka fûtbolê ya di navbera her du tîman de şer derket. Lê beriya vê bûyerê dewleta Sûriyeyê xwest di navbera gelan de nakokî derbixe û vê pirsgirêkê weke pisgirêkeke di navbera du gelan de nîşan bide. Lê bi sed hezaran sal in ev her du gel bi hev re dijîn û ti carî di navbera wan de nakokiyeke bi vî rengî derneket. Lê rejîma Sûriyeyê bi salan ji bo di navbera gelan de nakokî derbixe, serî li her cure rêbaza siyasetê da. Îro jî hîna dixwazin krîza li Sûriyeyê weke nakokiyên di navbera gelan de nîşan bidin. Lê baş tê zanîn ku di navenda hemû pirsgirêkên qewimî ne de, polîtîkayên înkarê yên ku sîstema desthilatdar li dijî gelan pêk tîne, hene. Evane ji bo siyaset û feraseta xwe ya şoven pêk bînin, nasname û zimanê gelan înkar dikin. Ziman, çand û hetta spora gelê Kurd jî înkar kirin.
POLÎSÊN SÛRIYEYÊ LI DIJÎ LÎSTIKVANÊN FÛTBOLÊ ÇEK BI KAR ANÎ
Bûyera 12’ê Adarê encama vê siyaset û înkarê bû. Wê rojê polîsên Sûriyeyê li dijî tîma kûlûba sporê ya Cîhad çek bi kar anî. Kûlûba sporê ya Cîhan kûlûbeke sporê ya ayîdê herêma Cizîrê bû û tenê Kurd têde nebûn. Suryanî, Ereb û ji gelek gelên din sporvan têde cih digirtin. Di roja yekem de li stadyûmê gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Di wê bûyerê de eger polîsên Sûriyeyê mîna ku ev lihevnekirineke di navbera her du tîman de nêzî bûyerê biba û bûyer bi vî rengî çareser kiriba, helbet ev rewş nediqewimî. Lê wan çi kir, li dijî lîstikvanên kûlûba sporê ya Cîhanê çek bi kar anî.
Dema gel dît ku ji stadyûmê cenaze derketin, li dijî vê yekê rabû ser piyan. Xwepêşandan roja destpêkê li Qamişloyê destpê kirin, piştî demeke kurt li hemû Rojava belav bû. Ne tenê li Rojava, heta Şamê xwepêşandan hebûn. Helbet nerazîbûna gel ne tenê li dijî van tiştên qewimî bû. Bûyera 12’ê Adarê di rastiyê de teqîna kîna li dijî înkar, zilm û zexta bi salan bû. Dewleta Sûriyeyê li dijî gelê ku tevlî vê serhildanê bûyî, bi tundiyê bersiv da. Bi sedan mirov birîndar bûn û bi dehan jî jiyana xwe ji dest dan.
Di roja sêyem a bûyeran de dewleta Sûriyeyê pêngava girtinê da destpêkirin. Li vir bi hezaran mirov hatin binçavkirin, êşkence lê hatin kirin. Hetta yên beşdarî xwepêşandanan nebûyîn jî girtin. Di bin êşkenceyê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hewl dan çembereke tirsê ava bikin. Piştî vê bûyerê siyaseta dewleta Sûriyeyê ya li dijî Kurdên Rojava ji berê hîn tundtir bû.
GELÊ EREB NEHAT LÎSTOKA DEWLETA SÛRIYEYÊ
Dewleta Sûriyeyê bi vê êrîşê armanc dikir ku di navbera gelan de nakokî çêbike û bûyerê weke şerekî Kurd û Ereban nîşan bide. Lê helwesta gel zelal bû. Gel dizanîn ku pirsgirêk ne pirsgirêkeke di navbera Kurd-Ereb de ye, ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji polîtîkayên înkar û zextê ku rejîma Sûriyeyê bi salan li dijî Kurdan pêk dianî, digire. Rejîma Sûriyeyê xwest ku gelê Ereb çek rake û li dijî Kurdan şer bike. Wê demê ez di saziyeke çapemeniyê de nûçegihan bûm. Em diçûn nav gel û me nêrîn digirtin. Gel ji me re ev tişt digot, ‘em ji ber siyaseta rejîmê li dijî gelê Kurd şer nakin. Em Kurd û Ereb bi sedhezar sal in bi hev re dijîn. Eşîret û Qebîleyên timî bi hev re jiyan dikirin û ti carî me pirsgirêk jiyan nekir. Lewma rejîma Sûriyeyê wê ti carî negihije armanca xwe. Nikare me li dijî hev rake.’ Tevî hemû hewldanên rejîmê gel nehat provokasyonan û rejîm di siyaseta xwe de bi ser neket. Gelên ku li ser vê xakê dijîn, ti carî li dijî hev şer nekirine. Eşîr û qebîleyên vî gelî şer nekirine. Helbet carna hin pirsgirêkên biçûk derketine. Lê ev pirsgirêk jî di çarçoveya eşîran de dihatin çareserkirin. Ti carî pirsgirêk mezin nedibûn û nevediguherî pirsgirêkeke di navbera gelan de.
ÎRO GEL RUHÊ 12’Ê ADARÊ BI PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK DIDIN JIYÎN
20 sal li ser vê bûyerê derbas bûn û îro em di sala 2024’an de ne. Îro em hîna xwe dispêrin wê mîrateyê. Mîrateya 12’ê Adarê heta roja îro em anîn. Wê demê gelek kesan digot ev bûyer wê di nava çend roj yan jî hefteyekê de biqede û bê jibîrkirin. Ruhê 12’ê Adarê îro hîn dijî.
Îro di navbera gelan de sîstemeke nû heye. Şoreşa Rojava û bi şoreşê re damezrandina rêveberiya xweser, di nava vê sîstema demokratîk a ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire nav xwe de ruhê 12’ê Adarê car din tê jiyîn. Li ser vê xakê îro gelên Kurd, Ereb û Suryanî di çarçoveya netewa demokratîk, bi xwişk-biratî, wekhevî û şert û mercên jiyanê yên wekhev de dijîn. Helbet îro em di navbera gelan de têkoşîna avakirina jiyaneke hevpar a demokratîk dimeşînin. Ev têkoşîna me di rastiyê de ne tenê di çarçoveya Sûriyeyê de, li Rojhilata Navîn hetta li seranserê cîhanê em ji bo jiyaneke bi vî rengî têdikoşin. Her civak û her mirovekê maf heye ku li ser xaka xwe bi ziman, çand û mafên xwe yên mirovî bi rengekî demokratîk bijî. Ev ji bo her beşa civakê derbasdar e.
Di sala 2003’yan de li Sûriye û gelek welatên Ereb serhildan çêbûn. Lê heta roja îro hîna ev sîstem ji bo xwe li ser piyan bigirin dixebitin. Hewl didin vê yekê li ser çarenûs û jiyana gelan pêk bînin. Tehemûl nakin ku li vê herêmê sîstemeke demokratîk were avakirin. Ji bo sîstema xwe ya desthilatdariyê car din bixin meriyetê, wê serî li her cure polîtîka û planê bidin.
LI PIŞT HER PIRSGIRÊKA LI ROJAVA, DEWLETA TIRK HEYE
Li dijî rêveberiya xweser gelek plan hatin kirin û hîna jî ev plan didomin. Ev yek di bin navê DAÎŞ’ê, komên radîkal pêk anîn û hetta xwestin di bin navê ol û eşîran de jî pêk bînin. Tiştên ku di demên dawî li Dêrazorê diqewimin jî dîsa dewama vê polîtîkayê ye. Hewl dan di navbera eşîran de nakokiyê biafirînin. Hewl dan weke şerekî di navbera eşîrên Ereb û Kurdan de nîşan bidin. Lê dîsa bi ser neketin. Helbet tenê hikûmeta Şamê di vê lîstokê de nebû. Hêzên cuda jî hebûn. Bi taybetî dewleta Tirk yekser têde cih digirt. Ji xwe di her bûyer û pirsgirêka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yekser destê dewleta Tirk heye. Hetta dewleta Tirk hewl dida di bin navê eşîrên Ereb de propagandayê bike. Hewl dida tahrîk bike. Lê mîna me gotî, bingeh û zihniyeta rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê xwişk-biratiya gelan hatiye avakirin. Di nava rêveberiya xweser de her kes bi nasnameya xwe cih digire. Ereb, Kurd, Suryanî û hemû gel li her derê bi zimanê xwe diaxivin, diçin dibistanê û jiyana xwe didomînin. Ew hewl didin bi her cure plan û komployê di nava vê gelê herêmê de her cure fitne, nakokî û tevilheviyê biafirînin. Em jî ji wan re dibêjin ku me bingehê felsefeya gelan ava kiriye. Siyaseta wan wê bi ser nekeve. Ji ber ku siberoj a gelan e. Ne ya dewlet û sîsteman e. Wê dawiya dewlet û sîsteman were, lê gel ti carî naqedin. Van sîsteman bi sed salan her cure zordarî li dijî gelan pêk anîn. Ne tenê li Sûriyeyê yan jî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yan jî li dijî gelê Kurd. Li dijî gelê Ereb jî vê sîstemê gelek zordarî û sîstema zextê meşand.
ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊ MÎRATEYEKE MEZIN Û BIWATE YE
Meha Adarê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e. Di heman demê meha berxwedanê ye. Em ji meheke xemgîniyê wêdetir, weke meha berxwedan û serhildanê li meha Adarê dinêrin. Helbet hin bûyerên di meha Adarê de qewimîne, mirov xemgîn dike. Lê me ji van tiştên qewimîne çandeke berxwedanê ya mezin ava kir. Me teslîmiyet qebûl nekir. Desthilatdar û dîktatorên Rojhilata Navîn li zindanan êşkence û zilm pêk dianîn, Kurdan ew rojên zilmê veguherandin Newrozê. Çawa ku Kawayê Hesinkar di dîrokê de li dijî zilmeke mezin rastiya berxwedaneke mezin derxist holê, me jî bi heman rengî li zindanan çandeke berxwedanê ya mezin afirand.
Di 16’ê Adarê de komkujiyeke mezin qewimî û ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê têkoşîn û kedeke mezin hat dayîn. 18’ê Adarê bi dagirkeriya Efrînê re, rastiya dewama têkoşîn û berxwedaneke mezin a li dijî dagirkeriyê ye. 21’ê Adarê ji bo gelê Kurd rojeke netewî ye.
Şoreşa Rojava, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya xweser bingehê xwe ji vê ruhê berxwedan û têkoşînê digire. Eger ev rastiya têkoşînê ya mezin û kevneşopiya wê nebûya, wê avabûna sîstema ku îro em di nav de dijîn jî pêkan neba. Em berhemê mîrateyeke mezin in. Heta em hatin vê rojê me bi hezaran şehîd dan.
Siberoj a gelane, ne ya sîstemên desthilatdar û dîktatoran e. Rojhilata Navîn û cîhan ber bi vê ve pêş de diçe. Ti kes nikare li pêşiya îradeya gel raweste. Ew çiqas bi teknolojî û çekên pêşketî hatibin jî, lê ya esas yekîtiya gelan e. Ez jî di vê çarçoveyê de bang li hemû gelan dikim ku eger em yekîtî, xwişk-biratî û rêxistinbûna xwe mezin bikin û pêş bixin, wê her cure planên dewlet û sîstemên desthilatdar têk biçe û ewane wê bi xwe, xwe tune bikin.”