Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel. Beşa duyemîn a hevpeyvînê bi vî rengî ye:
Têkildarî şerê ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin, hûn ê çi bêjin? Rewş û asta şer çiye?
Îro şer û berxwedana ku li Zap, Avaşîn û Metînayê diqewime, hem di dîroka Kurdistanê de hem jî di dîroka şerê cîhanê de cara yekem tê dîtin. Niha berxwedana ku li Girê Şehîd Mûnzûr a girêdayî Girê FM, li Girê Cûdî, Girê Amediyê tê raberkirin, ketiye sala xwe ya 3’yemîn. Ev berxwedan li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yanî li araziya ji Heftanînê heta Xakurkê weke şerekî dimeşe. Dewleta Tirk bi avakirina herêmeke tampon, di esasê xwe de dixwaze araziyên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîla jî li hemberî vê yekê berxwedaneke dîrokî raber dike. Ev 4 sal in ev berxwedan dewam dike û bi taybetî jî 3 sal in li ser esasê berxwedana tunelan, bi tîmên nîv tevger ên li qadê şerê li Zap, Metîna û Avaşînê didome. Ev berxwedaneke dîrokî ye û di nava vê berxwedanê de ev çar herêmên ku min navê wê hejmartî, derketine pêş. Mesele ev şer niha weke ku me diyar kirî, ketiye sala xwe ya 3’yemîn. Di dîroka şer a Kurdan de, berxwedana herî dirêj û dîrokî berxwedana Kelha Dimdimê ye. Berxwedana Kelha Dimdimê ji salekê zêdetir dewam kiriye û şer ne timî, navber bi navber qewimî ye. Helbet çekên di roja me ya îro de jî, wê demê nebûn. Lewma em dibêjin îro ev tiştên diqewimin, berxwedana ku tê raberkirin di dîroka gelê Kurd de cara yekeme û berê berxwedaneke bi vî rengî nehatiye raberkirin. Ev berxwedan ji aliyê dîroka mirovahiyê ve jî, tiştekî nû îfade dike. Artêşeke mezin a xwedî çekên bi teknolojiya pêşketî û modern, hatiye rawestandin û li dijî wê berxwedan tê raberkirin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Belê, em niha nikarin vê berxwedanê nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Hetta em nîşanî hemû Kurdistanê jî nadin. Belê, dibe hewldaneke çapemeniya azad heye; em rêz ji ked û hewldana wan re digirin. Hewldanên pir girîng raber dikin. Lê mixabin me nekariye vê berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re bikin mal.
Du aliyên vê hene. Ji vane ya yekem; doktrîna şer a tê meşandin, çawa 3 sal in dewam dike û artêşa mezin a 2’yemîn a NATO’yê asteng dike -ku ev aliyê wê yê herî balkêş e-. Ya duyem jî li vir çekên qedexe tên bikaranîn. Çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleer û her cure çek li vir tên bikaranîn. Binêrin; niha ji ber ku wext nîne ez bi berfirehî nikarim ji we re bixwînim, lê dema bi rojane tekmîlên van qadan tên şopandin ev rastî bi rengekî vekirî xuya dibe. Mesele li Girê Şehîd Mûnzûr di nava heman rojê de, herî kêm 9-10 caran bi şêwazek cuda êrîş tê kirin. Yanî bi rengekî daîmî bombebaran heye. Gelo niha gelê me yê li Kurdistanê yan jî Ewropayê hîs dikin ku li Girê Şehîd Mûnzûr qasî 24 saetan bi daîmî şer heye? Na. Gelê me dibêje, ‘heval li ber xwe didin’, lê çawa li ber xwe didin! Hetta hin hevalên me dibêjin, “dijmin hîn destpê nekiriye, li dijî Metîna amadekarî dike”. Lê halbûkî şerê herî mezin li eyaletên Rojhilatê Zapê û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dewam dike. Di dîrokê de mirov pir kêm şerên wiha dibîne. Mesele tu temaşe dikî, li dijî girekê di nava heman rojê de bi saetan gazên kîmyewî diberde; bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne; bi rengekî bê navber bi tankan lê dixe, topan diavêje; bi dronan teqemenî berdidin; bi balafiran lê dixin. Yanî di nava heman rojê de her cure çek li hemberî van qadan tên bikaranîn. Li Zapê bi vî rengî şerekî pir xurt niha dewam dike.
Niha şerê ku li ser esasê taktîka şerê tîmên pispor li arazî û di nava tunelan de tê meşandin, di dîroka şer de rûpelekî nû vekiriye. Lê me hîna ev yek bi her kesê nedaye fêmkirin. Bê guman Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku ji xeynî van rêbazên taktîk li vir bi ruhê fedayî destan afirandin, cesareta keç û xortên ciwan ên Kurdistanê wê bibe mijara romanan. Mirov bi çendek gotinên li vir nikare wê berxwedana ku tê meşandin, şîrove bike. Hem şerekî îradeyê ye û di nav de îdeolojî û cesaret heye; hem jî bi afirêneriyeke mezin kûrkirin û pêşxistina hunera şer mijara gotinê ye. Ev her du têgeh jî di nava vî şerî de hene. Jixwe eger wisa nebe, 4 rojan jî nikare li ber xwe bide. Kî/ê dikare li hemberî wê kîmyasalê, wê bombebaranê, wê doz-dûmanê qasî 3 salan bê navber şev-roj vî şerî bidomîne! Ev di cîhanê de tiştekî nû ye. Li vir îradeyek heye. Di vî şerî de tê dîtin, îradeya mirov dikare çi bike. Helbet hîn gelek tişt hene, lê mîna me gotî em vê bi her kesê nadin fêmkirin. Li vê noqteyê pirsgirêka me ya dayîna fêmkirinê, heye. Em bi xwe jî nikarin xwe baş îfade bikin.
Bi kurtasî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê dimeşîne, bi îradeya ku raber dike, fedekariya ku pêş xistî, bi cesaret û kêrhatina xwe nîşan da ku xwedî hêza têkneçûnê ye. Tevî çekên qedexe jî ev qas çek tên bikaranîn, tevî ku bi deh hezaran leşker, sîxur û çete tevlî vî şerî bûne, encama derketî holê bê guman hêza têkneçûnê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşan dide. Lê di heman demê jî de îspat dike ku îradeya mirov dikare çi bike.
Li vir tişta herî girîng ev e: Em rû bi rûyê dijmineke komploger û durû ne. Tevî ku ewqas xwedî derfetê madî ye, ewqas çek, leşker, sîxur, alîgir û dîsa pê re çeteyên Kurd hene, bi tirsonekî çekên qedexekirî li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tînin. Bi taybetî jî di hefteya dawî de dijmin her roj li Girê Şehîd Mûnzûr (Girê FM) çekên qedexekirî û gazên kîmyewî bi kar tîne. Dem bi dem teqînên pir mezin û jehrê belav dikin, pêk tînin. Evane jî mîna taktîk nukleer e. Hevalên me li dijî vê yekê li ber xwe didin.
Mesele di tunelên li Gundê Sîdayê de, heval bi tena serê xwe şer dikin û dîrokek nivîsandine. Aqûbeta wan hevalan çi dibe bila bibe, wan cesaret û wêrekiya xwe îspat kirine. Berxwedana Kelha Dimdimê derbas kirine. Dijmin li dijî wan her cure çekê bi kar tîne. Herî dawî Iraqê muhafizên xwe yên sînor ku hêzên PDK’ê jî di nav de ne, bir nêzî wan deran. Ewane li wir alîkariyê didin dewleta Tirk. Mixabin, dewleta Tirk li hemberî wan gerîlayên berxwedêr çekên kîmyewî bi kar tîne, ewane jî her çendî bi rengekî endirekt jî be tevlî vê fealiyeta rejîma dewleta Tirk a faşîst dibin. Helbet vê alîkariyê bi şêwazên cuda dikin.
Niha dewleta Tirk li cihên ku li Heftanîn û Zapê girtine -ku her der negirtine- xwe li araziyên ku lê serwere bi cih kiriye. Li van deran baregehên leşkerî ava kirine. Li araziyên mîna gelî û neqeb jî, dewleta Tirk nikare bisekine. Ji ber ku ji gerîla ditirse. Li cihên bi vî rengî, wan hêzên ku jê re tên gotin muhafizên sînor ji xwe re weke hêza alîkar bi cih dike. Mesele li Heftanînê cihên mîna Keşan, Pirbila û Şeraniş ku ev hêz lê bi cih bûne, wiha ye. Li Zapê jî bi heman rêbazê li xetên mîna Rençpiraxa, dixwazin leşkerên girêdayî hêzên sînor a Iraqê bi cih bikin. Yanî yek mîsyona vê hêzê heye; ew jî alîkarî dayîna dewleta Tirk e. Li kuderê îhtîmala êrîşê hebe, wezîfeya girtina wir niha daye wan. Bê guman ev mînakek nû ye. Dibe li cîhanê mînaka wê nebe. Yanî hêzeke biyanî hatiye û xaka te dagir kiriye; tu jî bi hêza xwe ya leşkerî ve diçî wî diparêzî, jê re nobetê digirî. Herhal li cîhanê yan mînakeke vê ya cuda nîne, yan jî pir kême. Mixabin hêzên sînor ên girêdayî artêşa Iraqê ketine vê pozîsyonê û parastina artêşa Tirk dikin. Artêşa Tirk jî artêşeke ku xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir dike. Bi kurtasî li wir rewşeke pir tevlîhev, heye. Lê tişta ji bo me girîng, heyîna berxwedaneke dîrokî ye û ev berxwedan wê bidome. Ti kes wê li dijî êrîşên dijmin paşde gav neavêje û berxwedan wê mezintir bibe.
Di esasê de dijmin dixwaze hewldanên xwe yên dagirkeriyê hîn berfirehtir bike. Eger ne ji vê berxwedanê bûya wê dagirkeriya xwe belavî hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bikira, lê belê ev berxwedan li pêşiya wê girt. Lê dîsa jî dixwaze li hin herêman êrîşên nû yên dagirkeriyê pêş bixe. Jixwe li Metînayê ji 16’ê Nîsanê û vir ve li ser esasê berfirehkirina pozîsyona xwe bi rêbazeke nû gav bi gav dixwaze pêş ve biçe. Yanî hewl dide li cihên dagir kiriye bi pêş ve biçe. Dîsa bendewarî hene ku di rojên pêş de êrîşên xwe yên li ser Metîna hê zêdetir bikin. Her wiha guman hene ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî girê Baharê pêş bixin. Dibe ku li xeta Xakurkê-Xinêre jî êrîşa dagirkeriyê pêş bixin. Ev îhtîmal hene. Lê belê divê em vê zanibin: Eger berxwedana ku ev 3 sal in dewam dike nebûya, dijmin wê êrîşên dagirkeriyê yên gelekî berfirehtir bi pêş bixista. Eger li van cihên nû berxwedan bi heman rengî bi pêş bikeve, wê hîn bêhtir bixitimin. Em di wê baweriyê de ne ku dijmin çi li Metîna, çi li Girê Bahar an jî Xinerê wê bersiva pêwîst bigire û berxwedana li wir wê berxwedana giştî temam bike û xurt bike. Bi vî rengî xitimandina ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijî wê gelekî kûrtir bibe û berxwedan wê derbasî qonaxeke gelekî nû, bilindtir û xurttir bibe.
Li gorî agahiyên tên girtin, cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê tînin qada şer. Weke HPG we jî di vî alî de hin bangawazî kirin, lê tê diyarkirin ku sevkiyat dewam dikin. Herî dawî cerdevanek jî hate kuştin. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?
Me berê jî behs kiribû; Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare bi gerîla re şer bike, zehmetî dijî. Ji ber vê yekê li mirovên ji bo wî şer bike û bimire digere. Li Başûr jixwe di nava hewldanek wisa de ne. Li Bakur jî heman lêgerîn hene. Li Bakurê Kurdistanê cerdevan hene. Ev cerdevan bi rengekî qanûnî neçar in gundên xwe biparêzin. Jixwe navê wan cerdevanên gund in. Lê niha artêşa Tirk wan dike cihê leşkerên profesyonel û wan weke beşek ji artêşê dibîne. Tevî ku di qanûnê de jî mîna berê ye, wan digire, datîne pêşiya xwe û dişîne ser hedefan. Bala xwe bidinê; Niha ne tenê wan ji cihên weke Botan û Gever tîne, dixwaze ji her herêma Bakurê Kurdistanê cerdevanan bîne Başûrê Kurdistanê û li dijî me bide şerkirin. Jixwe ev çend sal in vê dike, lê îsal giranî daye cerdevanan. Ji ber ku di şer de leşker zehmetî dijîn.
Dîsa herî zêde dixwazin Kurdan bixin nava şer. Mînak niha ji Çewlîk, Sêrt, Mêrdîn û Amedê cerdevan anîne. Wan li Metîna, Zap û Heftanînê bi cih dikin û dixin nava şer. Ji ber vê yekê li ser navê HPG’ê me ev bang kir. Bila neyên! Eşkere ye ku dijmin dixwaze şer veguherîne şerekî navbera Kurdan. Dixwaze Kurdan bi Kurdan bide têkbirin. Ew qet naxwazin leşkerê wan bimirin. Jixwe bi teknîkê şer dike û hinek leşker jî bi pereyan kirê kiriye, lê dixwaze Kurdan jî bixe nava şer. Me dît; Pêşî xwestin ji leşkerên Iraqê sûdê bigirin û yekser bixin nava şer. Her wiha ji bo ku pêşmerge yekser bixe nav şer pir hewl da û hê jî van hewldanan didomîne. Di vî alî de çiqasî serketî ne mijareke din e, lê hewldanên wan di vî alî de ne. Niha jî dixwaze cerdevanan zêdetir bi kar bîne. Bi vî awayî cerdevanan dixe rêza yekemîn. Mînak tîne Metîna û li ser girekê bi cih nake. Cihên tehlûke ku nikare bi xwe biçe, cerdevanan dişîne wir. Bewarim par bû, min hevokek bi kar anîbû, lê çapemeniyê ew hevok sansûr kir. Lê belê ev rastiyeke Kurdistanê ye: Niha dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi destê Kurdan têk bibe. Mirovekî ku li rewşa heyî binêre, dikare wêneya rastiyê ya ku çima gelê Kurd hîn bindeste, bibîne. Çi karê te heye ku ji Çewlîkê derketiye hatiye Metîna şer dikî? Tu ne cerdevanê gundî? Di warê qanûnî de divê tu gundê xwe biparêzî. Tu li vir li çi digerî? Niha ji Sêrtê hat û mir. Çawa mir? Didin eniya pêş. Leşker bi xwe nikare were, wan di pêş de dişîne. Jixwe Kurd e. Ev peyva sansûrkirî çi bû? Min gotibû, “Kurdek ji bo eferimekê dikare 7 qantar gû bixwe” Yanî, eger dijmin ji Kurdekî re bibêje, “Bravo, tu ewqas jêhatî yî, ewqas wêrek î, ewqas bihêz î” û destê xwe li pişta wî bide, dikare berê wî kesî bide her hedefê. Ev rastiyek e. Ez dibêjim qey wan ev kes wisa germ kiriye; Gotine ‘Tu mirovekî ewqas jêhatî, wêrek î’ û li pişta wî dane; ew jî ket pêş û bi ser hevalan de hat. Bi vî awayî mir. Bi kurtasî divê wisa nekin.
Careke din bang li hemû cerdevanan dikim: Eger hûn li gundê xwe bimînin, kes êrîşî we nake. Me berê jî ev yek anîbû ziman. Em şert û mercên gelê xwe yên îro dizanin. Her wiha em dizanin ku cerdevan çawa dibin cerdevan jî. Ji ber vê yekê em cerdevanan nakin hedef. Lê belê divê hûn ne li Bakur û ne jî li Başûr li dijî me şer nekin û derbasî pêşî nebin. Lê hûn li Bakur nasekinin û tên Başûr li dijî me şer dikin. Bi vî awayî nabe. Ev yek tê wateya şerê li dijî Kurdan e. Lehengên ku li wir li ber xwe didin ewladên vî gelî ne. Ev ciwanên li ber xwe didin bêyî tu berdêleke madî ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin. Hûn çima li dijî van fedaiyên ku ji bo gelê xwe ewqas fedekarî kirine şer dikin? Ma ne guneh e? Ma ev ne neheqiyeke mezin e? Hûn ji bo çi tên vir? Neyên. Tevlî şerê li Başûr nebin. Tevlî şerê li Rojava nebin. Ev banga min ji bo hemû cerdevanan e.
Her wiha ez bang li eşîr û malbatên cerdevanan dikim: Divê ti malbat, ti êl û eşîr destûrê nede ti cerdevanên xwe bên Başûr an jî derkevin çiyê û li dijî gerîla şer bikin, divê li dijî vê derkevin. Bi taybetî ez bang li gelê malê dikim. Ez bang li jinên cerdevan, jinên Kurd dikim: Jin mîna mêran nehatine qirêjkirin. Mêr çûne leşkeriyê, çûne dibistanê û bi gelek rêbazan tên qirêjkirin. Lê jin ne wisa ye; Paqij maye. Ji ber vê yekê divê jinên li malê dimînin li dijî vê yekê derkevin. Divê kur û keçên wan li dijî derkevin. Divê bêjin, “Em jiyaneke li ser xwîna lehengan ava bibe qebûl nakin.” Divê bêjin, “Em pereyên ku li ser xwîna lehengan hatiye bidestxistin naxwazin.” Divê li hemberî vê xiyanetê helwestek di malbatê de jî bê pêşxistin. Em tevgereke civakî ne; Ji ber vê yekê divê di nava malbatê de ji bo vê têkoşîn bê kirin. Têkoşîna jinan divê têkoşîna ciwanan be. Ciwan û jin divê di vî alî de têbikoşin. Çima tên Başûrê Kurdistanê û li dijî gerîla şer dikin? Li dijî vê yekê divê civaka me xwedî refleks û nerazîbûn be. Divê eşîr, êl û malbat nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Bi vî rengî divê em zexteke civakî ava bikin. Divê em bibînin ku ev dewleta Tirk a faşîst dixwaze Kurdan bi Kurdan bide kuştin, dixwaze Kurdan bi xwîna Kurdan têk bibe. Divê em li dijî van pêkanînan rawestin û vê lîstikê xera bikin. Her welatparêz û her kesên xwedî nêzîkatiyeke Kurdistanî divê li dijî vê derkevin û bêdeng nemînin.