Li Herêma Kurdistana Federe li 4 herêmên hilbijartinê yên hêzên ewlehiyê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê dengdayîna taybet îro serê sibê di saet 7:00’an de dest pê kir û di saet 18:00’an de bi dawî bû.
Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê der barê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyanî da û got:
“Rêjeya giştî ya dengdana taybet: %97 e.
Hejmara dengderên taybet: 208 hezar û 521
Hejmara çavdêrên dengdanê: 1926
Hejmara dengderên jin: 3 hezar û 784
Hejmara dengderên mêr: 203 hezar û 773”