Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên êlên kantonê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn meşiyan.
Meşê ji taxa Yekemîn dest pê kir. Meşvanan alên QSD’ê, pankartên “Em plana hikûmeta Şamê û çeteyên wê ya ji bo têkbirina ewlehiya herêmên me red dikin”, “Rêveberiya Xweser hêviya me ye… bi saya xwîna şehîdên me hatiye bidestxistin… QSD nûnerê me ye… me û destkeftiyên me diparêze” hildan.
Meş li Navenda Xwendekarên Demokratîk rawestî. Li wir serokê Hevgirtina Al El Beyt Ednan Ilêwî axivî û got: “50 sal e sûcên rejîma zordest berdewam in. Di van 4 rojên dawîn de,jî niyetên wê yên nebaş eşkere bûn.”
Ilêwî wiha domand: “Em ji xelkê xwe re dibêjin li hember zordestan li ber xwe bidin. Ji we bêtir kesek nizane bê çi qas hikumeta Şamê û çeteyên wê li Dêrazorê zalim bûn. We bi çavê xwe dît çi bi serê we kir. Şerê wan bikin û li ber xwe bidin. Ew fitneya li ser serê îslam û misilmanan in.”
Endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr Henefî got: “Hêzên hikumeta Şamê komkujiyeke hovane li dijî xelkê me yê li gundê Dehle û Cidêd Bagara kir. Di encamê de 11 kes şehîd bûn. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Nûr komkujî şermezar kir û destnîşan kir ku yekitî, hevgirtin û xwedîderketina xelkê herêmê li QSD`ê ji her kesî re bersiveke diyar e.
Rûspiyê êla El Musa El Zahir Ayid El Hadî ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Şamê ji êrişan armanc dike projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser firehtir bû. Jin, mêr û zarokên me amade ne çekan bi QSD`ê re rakin. Em ji we re dibêjin bimeşin em li dû we ne.”