Hate îdîakirin ku ji ber gefên ewlekariyê yên zêde bûne Vladimir Putin bi rengekî îzole dijî. Li gorî agahiyên De Morgen û çavkaniyên îstîxbarata Ewropayê, Putin hem ji ber rîskên êrişên ji ber Ukraynayê hem jî ji ber gefên navxweyî yên gengaz bi giranî li qadên bi ewle dimîne ku weke “bunker” têne binavkirin.
Li gorî nûçeyan li Kremlinê tedbîrên ewlekariyê dema dawî gelekî hate zêdekirin. Liv û tevgera personelan hate kêmkirin û kontrola li ser kesên serdanê dikin jî hatin zêdekirin. Li gorî heman çavkaniyan Putin serdanên li derdora Moskow û avahiyên xwe yên taybet ên li Valdayê jî gelekî kêm kiriye.
Li gorî raporên îstîxbarata Ewropayê pêvajoya îzolasyonê ya Putin di dema pandemiya COVID-19 de destpê kir û gav bi gav mezin bû. Tê gotin, piraniya hevdîtinan li ser înternetê têne kirin û hefteyên dawî tedbîrên ewlekariyê hîn bêhtir hatine zêdekirin. Servîsa Parastina Federal ku ji ewlekariya Kremlinê berpirsyar e, tê gotin ku li hemberî êrişeke gengaz û rîskên darbeyê tedbîr berfireh kiriye.
Li gorî heman raporan Putin serdanên baregehên leşkerî jî kêm kiriye û piraniya dema xwe li qadên parastî yên li herêmên weke Krasnodarê yên li peravên Derya Reş derbas dike. Her wiha tê îdîakirin ku Kremlin dîmenên berê kişandî bi raya giştî re parve dike.
Kuştina generalekî Rûs a meha Kanûnê di êrişa bombeyî de û herî dawî jî êrişa li ser navendeke petrolê ya li nêzî Permê bûn sedem ku ev fikar zêde bibin. Her wiha hate ragihandin ku li Moskowê balafireke bêmirov li avahiyeke nêzî Kremlinê ketiye.
Li aliyê din Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov anî ziman ku ji ber gefên zêde tedbîrên ewlekariyê yên li pîrozbahiyên Roja Serketinê ya 9’ê Gulanê hatine zêdeikrin û çarçoveya merasîma derbasbûnê ya leşkerî hatiye tengkirin.
Li nava polîtîkaya navxweyî jî rîsk zêde bûye. Li gorî îstîxbarata Ewropayê rola gengaz a Wezîrê Parastinê yê berê Sergey Şoygu ya li nava sîstemê tê nîqaşkirin. Li gorî hin analîstan hevsengiya hêzê ya li derdora Kremlinê ji bo Putin dibe ku rîsk be.
Her wiha li gorî daneyên saziya lêkolînê ya dewletê VTsIOM, piştgiriya raya giştî ya ji bo Putin daketiye binê ji sedî 70’yî. Pispor dibêjin rabûneke gel a ser piyan a berfireh di demeke nêz de zehmet e, lê belê rîska esasî dibe ku ji ber derizîna gengaz a li nava elît a rêveberiyê be.

