Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    112 xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve

    Ji aliyê Stêrk TV

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe
Kurdistan

Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

Siyasetmedar û akademîsyenên ku di panela "Li Rojhilata Navîn derfetên aştiyê" ya çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî hate lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku Kurd dikarin di bidestxistina demokrasî û aştiyê de bibin mînak.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya li Amedê hate lidarxistin de, panela bi sernavê, “Li Rojhilata Navîn derfetên aştiyê: Dînamîkên dîrok, siyaset û civakî” hate lidarxistin. Pane li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl tevlî bûn. Koordînatora Navenda Lêkolînên Sahê (SAMER) Yuksel Genç moderatoriya panelê kir. Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif, Prof. Dr. Hamît Bozarslan, Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Cengîz Çandar û Zanyara Siyasetê Doç. Dr. Arzu Yilmaz di panelê de axivîn. 

Panel bi elqeyek mezin destpê kir di panelê de Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl endamên siyasî û gelek kes jî tevlî bernamê bûn

 ‘KURD DIKARIN JI BO ROJHILATA NAVÎN BIBIN MÎNAK’

 Prof. Dr. Hamît Bozarslan axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurdîtî, berî her tiştî diyardeyek, gelek e ku di nava têkoşîna man û nemanê de ye û got: “Di heman demê de em bi Kurdîtiyeke wiha re rû bi rû ne ku dikare xwe nû bike, qebûl nake bibe qurbaniya dabeşbûna ku dîrokê lê ferz kiriye, û dikare pêşeroja xwe wekî pêşerojeke pirreng a ku dîrokê ferz kiriye xeyal bike. 40 sal berê dirûşma Kurdan ev bû: Kurdistan yan neman. Îro dirûşma Kurdan Jin Jiyan Azadî ye û em dikarin ji vê jî wêdetir biçin û bibêjin, armanca Kurdîtiyê, dirûşma Kurdîtiyê “Kurdistan û hebûn” e. Yanî ne Kurdistan yan neman e, ‘Kurdistan û hebûn’ e, Kurdistan û jiyan e, hem Kurdistan hem jî jiyan e. Li vir ez bawer dikim ku afirînerî gelekî girîng e; afirîneriya Kurdan a di hunerê de, rola ku di civakîbûnê de afirandiye, afirîneriya di zanistên civakî de û pirzimanîbûna vê afirîneriyê. Pirzimanîbûna Kurdîtiyê bi xwe, pirrengiya Kurdîtiyê bi xwe, redkirina gihîştina avahiyeke homojen e. Ev cihêrengbûna zimanan dikare di heman demê de ji bo welatên din û gelên din ên Rojhilata Navîn jî bibe mînak. Derfeta Kurdan tune ye ku rabin bi serê xwe aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Derfeteke wiha jî tune ye ku Kurd rabin bi serê xwe Rojhilata Navîn demokratîze bikin û me ev yek di derbên dawî yên li Sûriyeyê de pir aşkere dît. Di dema niha de armanca herî girîng a Kurdîtiyê, misogerkirina hebûna xwe ye. Lê ji bo afirandina Rojhilata Navîneke nû ya aştî û demokrasiyê, Kurd dibe ku bi kûrkirin, lezkirin û berfirehkirina tecrubeyên xwe yên demokratîk ji bo Rojhilata Navîn jî bibin mînak. Min qala pedagojiyeke demokratîk kir; niha li Rojhilata Navîn aktorên vê pedagojiya demokratîk gelekî sînorkirî ne, dibe ku Kurd wekî aktorên vê pedagojiya demokratîk derkevin holê.”

‘KURD FAKTOREKÎ GIRÎNG IN’

Doç. Dr. Arzû Yilmaz di axaftina xwe de da li ser aramî û ewlehî rawestiya û wiha axivî: “Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn rû dan nîşanî me dan ku ev faktoreke pir girîng e. Loma jî di vê çarçoveyê de, bi dîtina min dibe ku ji bo Tirkiyeyê gelek encam hebin ku werin derxistin. Niha ez difikirim herçi be heke em derbasî aliyê civakê bibin, bêyî ku ez pir belav bikim ya ku ez dixwazim bibêjim ev e: Heta ku riza, piştgirî û tevlîbûna civakê neyê daxilkirina nava pêvajoyeke aştî û aramî, heke mijar tenê bi paqijkirina bêçareseriyê ya ji tundiye jî bimîne, em nikarin behsa domdariya wê bikin. Bi dîtina min yê civaka Kurd, çimkî gelek tişt hene ku werin axaftin û nîqaşkirin, di rewşeke ku domdariya seferberiyeke siyasî di serdema vê helwesta pasîf a ku tevgera Kurd tê de ye, wekî pirseke ciddî li holê ye; ez difikirim ku hem ji bo dabînkirina tevlêbûna aştiyê hem jî ji bo berdewamiya seferberiya siyasî babeteke pir girîng e ku divê li ser bê axaftin.”

 ‘ME PEYMANA CIVAKÎ PÊŞ XIST’

Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku aştî û azadiya civakî xwedî felsefeyeke berfireh e û ji bo pêkanîna wê, pêwîstî bi binesaziyeke ramanî, civakî heye û wiha bilêv kir: “Heke em sîstema navendî têk nebin û venegerin sîstemeke nenavendî ya ku îradeya civakê tê de cih digire, em nikarin behsa aştiyê bikin. Modela Rojava, li ser bingeha edaleta civakî û demokrasiya xweser hatiye avakirin û beşdariya hemû kesan wekî şertekî bingehîne. Me sîstemeke nû ava kir ku hemû pêkhate bikaribin mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bi kar bînin. Ji bo ku ev maf di bin ewlehiyê de bin, me ‘Peymana Civakî’ pêş xist. Ev peyman, misogeriya hebûna her kesî ye.”

Hediye Yûsif, rola jinê di avakirina civakeke aram, biîstîqrar û azad de wekî hêmana herî girîng pênase kir. Hediye Yûsif destnîşan kir ku bêyî rola aktîf a jinê, pêkanîna aştiya civakî ne gengaz e û axaftina xwe domand: “Di tecrubeya Rojava de rola jinê pêşeng e. Jinan di vê tecrubeyê de hebûna xwe di nav civakê de daye qebûlkirin û xwe îfade kiriye. Ev jî bi xwe re îradeyeke xweser û xweseriyeke demokratîk pêş xistiye.”

‘ÊDÎ ROJHILATA NAVÎNEKÎ BÊYÎ KURDAN NE PÊKAN E’

Cengîz Çandar desnîşan kir ku pirsgirêka Kurd, heta ku Kurd negihêjin dewleteke serbixwe, yan jî heta ku dewletên heyî yên ku ew tê de dijîn wekî dewletek ku wan bi temamî temsîl dike û aîdî xwe hîs dikin nepejirînin, wê berdewam bike û wiha bilêv kir: “Her çend sînorên Sykes-Picot û Lozanê yên ku piştî Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn hatine xêzkirin ji aliyê şiklî ve neguherin jî, pêkhateyên navxweyî û zîhniyetên dewletan diguherin. Di serdema piştî Şerê Sar de Kurd, wekî aktorekî bihêz ketine nava siyaseta Rojhilata Navîn; êdî Rojhilata Navîneke bê Kurd ne pêkan e. Rêveberina Kurdan a li Iraqê bi pêkhateyeke federal û li Sûriyeyê (Rojava) veguherîna Kurdan bo hevparekî damezrîner ê jêneger (HSD) ê dewleta Sûriyeyê ya nû tê avakirin, mînakên şênber ên vê guhertinê ne. Entegrasyona Kurdan a li nav pergalê ne teslîmiyet e, têkoşîna xistina bin garantiya destûrî ya hebûna xwe ya bi nasname û zimanên xwe ye.”

Panel piştî beşa pirs-bersiv bi dawî bû.

‘

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in
Nûçeya Pişt re Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

Li Şirnexê ji bo berdana girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de îşaret…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Rojîn Dûrmaz careke din ji bo 6 mehan hate taloqkirin

Berdana bi şert a Hevşaredara berê ya Dêrikê ya HDP'ê Rojîn Dûrmaz ji aliyê Desteya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehan in: Deng bide azadiyê!

Xizmên girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li pêşiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?