Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e
Rojane

Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

Rêber Apo: Derbasbûna ji şerê çekdarî ji bo aştiyeke mayînde; veguherîneke siyasî, qanûnî, sazûmanî û civakî ya demdirêjtir hewce dike. Armanca bingehîn a vê veguherînê avakirina civaka demokratîk e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Rêber Apo ji konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a li paytexta Îngilistan Londonê re peyamek şand ku ji aliyê Centre for Kurdish Affairs ve tê lidarxistin.

Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku min di 27’ê Sibata 2025’an de eşkere kir, deriyê serdemeke nû vekir. Tevgera PKK’ê, siyaseta demokratîk, partiyên ku di TBMM’ê de ne û bi giştî civaka Tirkiyeyê xwedî li vê bangewaziyê derketin. Niha dem ew dem e ku em ji vî deriyê vekirî pêşve biçin. Mijarên ku hûn ê di konferansê de li ser wan biaxivin, tam mijarên vê destpêkê ne. Hûn ê nîqaş bikin bê ka bi ezmûnên navneteweyî û perspektîfên Kurdan destpêka siyasî çawa dikare veguhere aştiyeke mayînde. Ev nîqaş sepandina pratîkî ya vê bangewaziyê ne.

Aştî tenê bi peymanekê yan jî bi qanûnekê çênabe. Çekdanîn destpêkek e. Ya ku wê mayînde be avakirina civakê ye. Derbasbûna ji şerê çekdarî ji bo aştiyeke mayînde; veguherîneke siyasî, qanûnî, sazûmanî û civakî ya demdirêjtir hewce dike. Armanca bingehîn a vê veguherînê avakirina civaka demokratîk e. Bi dîtina min, şoreş ne danûstandina desthilatê ye, şoreş veguherîna bi rêya avakirinê ye. ‘Azadiya’ ku bi rêya tundûtûjiyê tê bidestxistin, di demeke kin de wê bibe dijberiya nirxên ku ji bo wan tê şerkirin. Bêyî aştiyeke bi rûmet, demokrasî û azadî mayînde nabin; ne demokrasî û ne jî aştiya civakî di bin siya çekan de nikarin reh berdin.

Pêwendiya hezar salî ya di navbera Kurd û Tirkan, Kurd û Farisan û Kurd û Ereban de ne têkiliyeke dijberiya hevdu ye; diyalektîkek e ku, tevî ketin û rabûnên xwe li ser piştgiriyê ava bûye. Îro, ev têkilî bêyî asîmîlasyon an veqetînê, bi rêya entegrasyona demokratîk, dikare bê nûkirin. Çareseriyên cudaxwaz ne li gorî rastiya vê erdnîgariyê ne. Ji ber ku gel, çand û bawerî li ser vê erdnîgariyê bi hev re dijîn. Hiqûqa xwişk û biratiyê jî li ser bingehên dîrokî û sosyolojîk hatiye avakirin.

Têkiliya Kurdan bi Tirk, Faris, Ereb û gelên din ên li ser vê axê re bi xêzkirina sînoran çareser nabe. Bi milyonan Kurd li metropolên welatên herêmê dimînin. Weke mînak, mirov bibêje ‘Kurd bila herin bakur, Tirk bila herin başûr’ ev ê ne bi parvekirina dîrokî û ne jî bi têkiliya civakî re li hev neke.

Entegrasyon berevajî asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyon dihelîne û neyartiyê mezin dike; entegrasyon yekîtiyê çêdike, aştiyê ava dike. Ev temambûn dike ku civaka demokratîk hebûna xwe biparêze û di çarçoveya mafên kolektîf de, bi awayekî dilxwazî beşdarî komara demokratîk bibe.

PKK ya ku min damezrand, weke têkoşîneke hebûnî li gorî şert û mercên serdema xwe derket holê. PKK’ê hebûna Kurdan ispat kir û zincîra înkarê şikand. Di cîhana 2025’an de, gelê Kurd rastiyeke dîrokî ye û êdî nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê, peywira dîrokî ya tevgera me temam bûye. Mîna her avaniyeke şoreşgerî, divê ew jî dema ku peywira xwe temam kir, veguhere şêweyekî nû. Fesix ne dawiyek e yan jî teslîmbûn e, veguhestina qonaxeke nû ya dîrokê ye. Eger em li ser şêweyê kevin israr bikin, xisara herî mezin wê bigihêje gelê Kurd.

Divê êdî çek neyên pesinandin; divê civak bê avakirin. Siyaseta demokratîk dewsa stratejiya şerê rizgariya neteweyî girtiye. Çeka me ya bihêztir gotin, hiqûq û civaka rêxistinkirî ye.

Siyaseteke demokratîk tenê li ser bingeheke normal mimkun e. Li ser vê bingehê ne ku tenê çek tên danîn, di heman demê de tundûtûjî û gefa şer bi awayekî beramber ji holê tên rakirin.

Tirkiyeya ku Kurd bi hişmendiyeke demokratîk beşdarî wê bibin, wê bi rastî bibe komareke demokratîk. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn armanc ne parçekirin e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e.

Li Rojhilata Navîn rêya derketina ji krîzan, ne di netew-dewletên nû de ye ku sînoran hilweşînin, di vejandina xalên hevpar ên di navbera gelan de ye; ango di danûstandinên entegrasyonîst û avakirina komînal a demokratîk de ye.

Destpêka siyasî tenê bi biryara aliyekî nikare veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo entegrasyonê; gavên hevbeş, lihevkirin û naskirina êşên hevdu hewce ye. Pêvajo bi peymanên qanûnî neyê ewlekirin, wê ji agirbesteke demkurt wêdetir neçe. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe.

Bêyî hiqûqê, hebûn nikare statuyekê bi dest bixe; têkoşîna demokratîk bê bingeh dimîne. Garantiya pêwîst naskirina civaka demokratîk e, bi awayekî azad pêşxistina ziman û çandê ye, berfirehkirina qanûna rêveberiya herêmî ye û temambûna hemwelatîbûna destûra bingehînî bi hemwelatîbûna azad re ye. Hiqûqa yekalî û navendî ya netewe-dewletê bi rêya reformên destûrî û qanûnî neyê vesazkirin, bawerî nayê avakirin. Eger Komar demokratîk nebe, entegrasyona demokratîk jî pêk nayê.

Divê kesên ku têkoşîna çekdarî meşandine bikarin vegerin jiyana siyasî û sivîl û divê derfeta wan hebe ku di nava siyaseta demokratîk de berpirsiyariyê bigirin. Dema ku pêvajo temam bibe, ev hevalên me wê bibin kirdeyên nîqaşa demokratîk, hiqûqê û jiyana sivîl. Bi entegrasyona demokratîk wê bibin beşek ji civakê û wê bibin kirdeyên çalak ên serdema bêşîdet û bêçek.

Şêweyên beşdarbûnê yên ku wê veguherîna ji siyaseta pevçûnê ji bo siyaseta demokratîk pêk bînin, ne tenê bi siyaseta temsîlî û hilbijartinan ve sînordar in. Komîn, meclisên tax û bajaran, kooperatîf, partiyên siyasî, civaka sivîl û rêveberiyên herêmî rehên vê veguherînê ne. Siyaseta demokratîk ji bo siyasîkirina civakê, her cure rêxistin û çalakî ye.

Rêziknameyên destûrî û sazûmanî divê pirrengiya siyasî, herêmî, zimanî û çandî ne bi rêya projeya neteweya yekperest, bi rêya feraseteke demokratîk a neteweyê çareser bikin. Neteweya demokratîk modeleke siyasî ye ku tê de nasnameyên cuda mafên wekhevî, azadî û yekîtiyê parve dikin. Cudahiyên ziman, bawerî, çand û herêmî dewlemendî ne. Ferzkirina homojenîtiyê li vê herêmê krîz afirandiye; naskirina pirrengiyê bingeha destûrî ya çareseriyê ye.

Ji ber ku hebûn di ziman û çandê de şênber bûye, ji bo naskirina hebûnê pêwîstî bi rakirina astengiyên li pêşiya perwerde û pêşketina çandî heye.

Di çareseriyeke domdar de, rêveberiyên herêmî tenê barê navendî parve nakin, her wiha rêveberiyên demokratîk ên herêmî hebûna civakê birêxistin dikin. Rêxistina civakî ya demokratîk; bi netewe-dewletê re di bin heman sîwana siyasî de, bi beşdariya rasterast a civakê dixebite. Giraniya çareseriyê ne di desthilatdariya navendî de ye, di hiqûq û rêxistina demokratîk a herêmî de ye. Di warên perwerde, tenduristî, çand, aborî û siyasetê de avakirina meclîsan, şaneyên kok ên civaka demokratîk vedijîne.

Jin, kêmnetewe, civaka sivîl û medya ne pirsgirêkên taloq in ku ‘paşê bên çareserkirin’, ew kirdeyên niha yên pêvajoyê ne. Meseleya jinan pirsgirêka bingehîn a civaka demokratîk e. Azadiya jinan û hişmendiya ekolojîk stûna avakirina civaka demokratîk e. Nasname, bawerî û komên civakî yên cuda divê bibin mijarên xebata komînal. Bêyî beşdariya wan a watedar, ne reforma qanûnî wê reh berde û ne jî lihevhatina civakî wê pêk bê.

Banga min ji bo gelên Tirkiyeyê û ji bo vê konferansê ev e: Armanc ne parçebûn e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka siberoja hevpar a Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tiştê ku ji we tê hêvîkirin ev e ku hûn vê veguhestinê û daneheviyên teorîk daxînin qadan û tecrûbeya navneteweyî bi bingeha dîrokî ya yekîtiyê ya li vê herêmê ve girê bidin.

Eger meseleya Kurdan neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn wê ne mumkin be ku ji bo her kesî siberojeke hîn aramtir, ewletir û jiyanbar bê avakirin.

Rê bi gavên hevpar, bi garantiyên qanûnî û bi rêxistinkirina demokratîk a her aliyê civakê pêşve diçe. Li ber deriyê serdemeke nû, armanca bingehîn ne hilweşandina dewletê ye, armanc avakirina civaka azad e.

Ev pêvajo ne li dijî tu komekê ye yan jî ne ji bo komeke taybet e. Ji bo her kesên alîgirê çareseriyê, aştiyê û nirxên demokratîk banga destekdirêjkirinê ye û banga tevgerîna hevpar e.

Bi silav û rêz,
Abdullah Ocalan
Îmrali”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîlançoya êrişa hewayî ya li Myanmarê giran bû: 50 kes mirin
Nûçeya Pişt re NY: Kêmkirina budçeyê dibe ku 8,3 mîlyon koçberan ji alîkariyê bêpar bihêle
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

Dûran Kalkan diyar kir ku tevî gelek kêmasiyan jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Efrîqaya Başûr bahoza berfê: Herî kêm 7 kes mirin, rê hatin girtin

Li rojhilatê Efrîqaya Başûr ji ber bahoza berfê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zîlan hate bîranîn

Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku sala 1996’an li Dersimê li dijî artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

NY: Kêmkirina budçeyê dibe ku 8,3 mîlyon koçberan ji alîkariyê bêpar bihêle

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bîlançoya êrişa hewayî ya li Myanmarê giran bû: 50 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?