Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê geşedanên di rojevê de nirxand.
Ayşegul Dogan anî ziman ku geşedanên awarte pêş dikevin û wiha got: “Ez ê hem li ser planên partiyê yên nû û hem jî geşedanên di rojevê de bi çend xalan bînin ziman. Helwesta me ya li dijî xizaniyê pir zelal e. Gelê Tirkiyeyê niqaşên li ser butçeyê û axaftinên li ser butçeyê temaşe kir. Mixabin gelê Tirkiyeyê şerê piştî axaftina dawî jî dît. Ev bi xwe nîşan dide ku çima di serdema nû de pêdivî bi zimanekî, nû siyaseteke nû heye. Eger li meclîsê kesek nikaribe fikr û ramanê xwe bi awayekî azad bîne ziman dê gelê li Tirkiyeyê çawa karibe fikrên xwe bîne ziman. Em dibêjin zimanê nû divê nebe zimanê sorkirin û êrîşkirinê. Divê zimanê herî dijber jî karibe xwe bîne ziman û karibe ji azadiya rêxistinbûnê sûdê bigire. Me ji butçeya 2026’an re got na. Me got em ê ji bo butçeya aştî û nan têbikoşin. Pêdiviya Tirkiyeyê ji zimanekî nû ku xizmeta aştî û azadiyê dike heye. Li Tirkiyeyê heqê herî kêm hat eşkerekirin. Butçe û heqê kêmtirîn li gorî daxwaza desthilatdarî û patronan hat diyarkirin. Ev tabloya butçeyê xizanan zêdetir dike û xizaniyê bêtir kûr dike. Me wekî komîsyona DEM Partiyê diyar kir ku divê herî kêm muçeyê kêmtirîn 46 hezar be. Lê muçeyê kêmtirîn 28 hezar û 75 tl hat eşkerekirin. Ev nayê qebûlkirin. Em tenê bi gotina ‘Nayê qebûlkirin’ xwe bi sînor nakin. Em li dijî vê yekê têkoşînê jî pêş dixin. Em ê bi biryar li dijî bêqîmetkirina kedê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em careke din dibêjin butçeya 2026’an ne butçeya gel e. Nabe bersîva pêdiviya gelê Tirkiyeyê ye. Ev ne butçeya karker, kedkar û kesên ku sermameya wan tuneye ye.”
Ayşegul Dogan, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha axivî: “Ev rojev ne tenê rojeva DEM Partiyê ye. Ev rojeva hemû Tirkiyeyê ye. Her kes niqaş dike. Lê em dixwazin erênî bê niqaşkirin û ev niqaş hêviyan xurt bikin. Em dibêjin fikrên cuda, pêşniyar û rexne pêvajoyê lawaz nake. Lê êrîşên bi armanc têne kirin. Ev pêvajoyê lawaz dike. Me diyar kir ku me qonaxa yekemîn li pey xwe hişt. Lijneya Navendî ya DEM Partiyê pêngava duyemîn nirxand. Ev pêvajo ji bo me tê wateya rastkirina zagonan û siyaseta ku bi hiqûqê tê xurtkirin. Divê êdî zagon bên rastkirin û destûra bingehîn ji nûve bê sazkirin.”
Ayşegul Dogan, bal kişand ser pirsên ku têkildarî pêvajoyê têne kirin jî û wiha lê zêde kir: “Pirsên “Pêvajo xetimî?, Hêdî bû, pêş dikeve çawa pêş dikeve…” û gelek pirsên din têne pirsîn. Her kes li gorî xwe bersîva der barê pêvajoyê de dide. Lê em dikarin pir eşkere û zelal bêjin pêvajo li ruxmê her tiştî pêş dikeve. Tevî hemû êrîşan pêşve diçe. Bendewariyên civakî pir zêde ne. Li gorî bendewarî û daxwazên gel pêvajo hêdî dimeşe. Ji bo vê yekê divê zagon bên rastkirin û hiqûq pêş bikeve. Divê ji bo edaleta ku tê xwestin bi lez gav bêne avêtin. Komîsyona Meclîsê di 5’ê Tebaxê de hat avakirin û ji wê rojê heta niha xebatên xwe berdewam dike. Li gelek kes û saziyan guhdar kir. Heta niha 20 civîn pêk anîn. Ev xebatek bi qîmet e.”
Ayşegul Dogan, da zanîn ku hefteya borî her partiyek siyasî cuda cuda raporên xwe pêşkêş kirin û rapor bûn sedema nîqaşan û wiha lê zêde kir: “Nerînên partiyên siyasî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi van raporan êdî eşkere bû. Divê di demên pêş de partî li ser esasê zagonên ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye bibin yek. Divê partiyên siyasî li ser xalên ku bên kirin li hev kom bibin û berjewendiyên gelên Tirkiyeyê esas bigirin. Niha bi lez pêdiviya Tirkiyeyê bi raporek hevpar heye û ji niha û şûnde pêdivî bi sererastkirina zagonan heye. Me berê jî got ‘Ev komîsyon bi tena serê xwe nikare hin tiştan biguherîne. Lê dikare rê li pêşiya guhertinan veke. Tişta ku em hemû li ser bibin yek, divê bi temamî şer bi dawî bibe, divê bi temamî çek bêdeng bibin. Ji bo vê yekê jî divê zagon ji nûve bên sazkirin. Divê hemû kesên çekan bêdeng kirin bibin parçeyekî vê pêvajoyê û tev li siyasetê bibin. Hin partî bi taybet naxwazin navê meseleyê lê bikin. Lê navê meseleyê lê bikin jî û nekin jî li derve navê meseleyê lê hatiye kirin. Perpirsiyariya vê yekê berpirsiyariyek hevpar û kolektîf e. Divê em bi hevre bi awayekî hevpar vê arka xwe pêk bînin. Divê tu partî li gorî berjewendiyên partiya xwe nêzî meseleyê nebe. Divê her partî cidî û bi awayekî rast û heqîqî nêzî çareseriya meseleyê bibin. Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne. Ev mesele 86 mîlyon kesan eleqeder dike. Ev firsend dê 86 mîlyon gelê Tirkiyeyê bêtir bi pêş ve bibe.”
Ayşegul Dogan, li ser bendewariyê gelê Tirkiyeyê jî rawestiya û got: “Gelê Tirkiyeyê li benda edaletê ye. Ji ber vê yekê çavê gel li pakêtên darazê ye. Li aliyekî di butçeyê de li xwe difikirin. Dîsa li aliyê din ji bo edaletê li pakêta darazê difikire. Ji ber ev siberoja her kesî eleqeder dike. Pakêtên ku diviya bû çareseriyê pêş bixe, mixabin çareserî pêş nexist. Pakêta darazê ya 11’emîn jî mixabin mînakeke xerab e. Çareseriyê û edaletê bi xwe re nîne. Hesta gel a edaletê careke din şikand. Heta niha tu pakêtên darazê edalet û wekhevî pêk neanîye. Di demên pêş me de, dê li ser hiqûqê guhertin bêne kirin. Em li bendê ne ku ev guhertin rê li pêşiya bêdaletî û bêhiqûqiyê bigire û bi xwe re wekheviyê pêş bixe. Em ê ji bo vê yekê tê têbikoşin.
Mijareke din rewşa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ye. Em jî ji nêzik ve dişopînin û hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke demokratîk dê Tirkiye jî demokratîk bike û bandorê li Tirkiyeyê bike. Em di serî de mutabakata 10’ê Adarê û hemû mutabakên din diyalog û muzakereyan esas digirin û dixwazin her tişt bi diyalogê pêş bikeve. Em bawer dikin ku QSD’ê û HTŞ jî bi rêya diyalogê dikarin meseleyê çareser bikin.
Dîsa em wekî DEM Partiyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku rolekî avaker bilîze. Bendewariya birêz Ocalan jî li ser vî esasî ye. Elewî, Durzî, Kurd û kesên din divê li ser striyan nejîn. Divê xwe di baweriyê de bibînin û bijîn. Divê rageşî pêş nekevin. Ji bo vê yekê divê qanalên diyalogê bêne vekirin. Ku rêya diyalogê bêne vekirin, dê çareserî xurt bibe. Divê her kes karibe azad û li gorî rastiya xwe ya dîrokî û erdnîgarî bijîn. Entekrasyona demokratîk û muzakereyên demokratîk dê hem herêmê û hem jî Tirkiyeyê xurt bike.”
Ayşegul Dogan, herî dawî bal kişand ser êrîşa zayendî ya li dijî siyasetmedar Leyla Zana û got: “Ev êrîşek bi plan û zanebûn e. Ji ber nasnameya Kurdbûnê ya Leyla Zana ev êrîş têne kirin. Ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

