Şewata ku li herêma Landes a Franseyê derket, bandor li nêzî hezar û 100 hektar qadê kir. Alavên agir nêzî malên li bajarokê Luglonê bûn. Hat ragihandin ku heta niha tu mal neşewitîne, lê belê hin avahî di bin xetereyê de ne.
Bi 500 agirkuj û 8 helîkopter destwerdan li agir tê kirin. Rayedaran, ragihandin ku bi hênikbûna hewayê re agir hêdî bû, lê ji ber guherîna bayê xetere dewam dike.
Li herêmê derbasbûna germahiyê ya ji 40 pileyan û ziwabûnê demdirêj belavbûna agir hêsan kir.
Li herêma Hurtgenwald a Elmanyayê ku nêzî sînorê Belçîkayê ye, agirekî mezin derket. Ji ber agir nêzî hezar û 800 kes hatin tehliyekirin.
Qada ku ji agir bandor bû di rojê de ji 25 hektarî derket 300 hektarî. Alavên agir nêzî 200 metreyan nêzî cihên niştecîhbûnê bûn.
Nêzî 300 agirkuj û gelek helîkopter destwerdanê li agir dikin.
Agirê li herêma Lokva Rogoznica ya Xirwatistanê belavî qadên niştecîhbûnê bû. 19 kes birîndar bûn. Bi sedan geştiyar û niştecîhên herêmê hatin tehliyekirin.
300 agirkuj û 93 wesayît destwerdanê li agir dikin. Hin mal û wesayît şewitîn.
Rayedaran, diyar kir ku ev agirê ku bi lez belav dibe, yek ji agirên daristanê yên herî giran e li Xirwatistanê.

