Di konferansa li paytext Berlînê de bi sedan jin hatin gel hev û bandorên wêranker ên mîlîtarîzekirin û tundiya baviksalarî ya li ser civakan nirxandin.
Konferans bi beşdariya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî, Feministische Organisierung Gemeinsam Kämpfen, Women Defend Rojava, KJAR û Jugendkommune, li Neues Deutschland Franz Mehrîng Platz a Berlînê hat lidarxistin.
Di konferansê de rewşa şer û qeyrana ku welatên weke Sûdan, Tîgray, Kongo, Kurdistan û Fîlîstîn pê re rû bi rû mane û rêya çareseriyê nîqaş hatin kirin. Gelek jinên ji gelên cuda di konferansê de hatin gel hev, bal kişandin ser tundiya li dijî jinên cîhanê.
Di konferansê de bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li ser jinan hat destgirtin û li ser “Avaniyên çep-sosyalîst ên cîhanê çiqasî ji van encaman bandor bûne” nîqaş hatin kirin.
Ji rêxistina hevgirtina jinên li sirgûnê Bethî Ngarî weke temsîliyeta Efrîkayê beşdarî konferansê bû û ji rêxistina jinan a Cenî Solîn Botan jî weke temsîliyeta Rojhilata Navîn di konferansê de axivî. Her wiha ji rêxistina Gabriela Alliance of Filipino Women Germany (Yekîtiya Gabriela ya Jinên Fîlîpînî yên Elmanyayê) Fîlîpînî Cathy weke temsîliyeta welatên Asyayê beşdarî konferansê bû.
Li Ewropayê Emily wek panelîst li ser navê Platforma Gemeinsam Kâmpfen beşdar bû. Ji welatên Emerîkaya Latîn jî Llanquiray Painemal a ku di xebatên femînîst de cih digire, beşdarî konferansê bû.
Di rûniştina yekemîn a konferansê de Cathy ji Fîlîpînê, Llanquiray Painemal a li herêma Wallmapu ya Şîlî têkoşîna jinan dimeşîne, ji Platforma Gemeinsam Kâmpfen Emîly û ji Belûcistanê Safîa Manzoor axivîn.
‘HEWL DIDIN BI ZORÊ GEL BIKIN PERÇEYEK PERGALÊ’
Li ser navê Yekîtiya Gabriela ya Jinên Fîlîpînî yên Elmanyayê Cathy axivî û got, “Her çiqasî gel naxwaze jî hêzên emperyal hewl didin bi zorê gel bikin perçeyek vê pergalê. Li navê EDCA’yê peymaneke leşkerî heye; Ev peyman beşek ji stratejiya Emerîkayê ye ku bi rêya Taywanê zextê li Çînê dike. Di dema Şerê Vîetnamê de, Fîlîpîn ji aliyê Emerîkayê ve weke baregeh dihat bikaranîn û gel jî li dijî Vîetnamê dihat bikaranîn.”
Llanquiray a ku ji Şîliyê ye, diyar kir ku ew ji bo herêma Wallmapu beşdarî konferansê bûye û wiha got: “Civaka îro nikare jiyanek bê bajar bifikire, lê di demên berê de mirov bi rengekî pir cuda bi rêxistinkirî bûn. Divê em ji nû ve fêhm bikin ka em çawa berê hatine birêxistinkirin, li ser vê bingehê ev hevgirtin û rêxistinbûn girîng e.”
BAL KIŞANDIN SER ‘GEFÊN MÊRÊ SPÎ’
Li ser navê Platforma Gemeinsam Kâmpfenê Emîly jî wiha axivî: “Em şahidê rabûna rastgiran, bi taybetî jî zilamê spî yê baviksalarî ne. Hewl didin bi rêya leşkerî dîsa mêran derxin pêş. Jin hê jî weke navgîna rewakirinê tê dîtin. Ji bo me jin û dayikan, ev bilindbûna mêrê spî metirsiyek cidî ye. Ev rewş biyanîbûnê diafirîne. Dema em behsa Yekîtiya Ewropayê dikin, divê em fêm bikin ka kê van polîtîkayan dîzayn kiriye. Li Awûstûryayê rastgir hatin ser desthilatdariyê û di hilbijartinên yekemîn ên Elmanyayê de jî encamên bi vî rengî hatin dîtin. Ji Macaristanê bigire heta Fînlandiya û Fransayê li gelek deverên Ewropayê rastgir her ku diçe bi hêztir dibin. Divê em ji ewlekariya dewletê dûr bikevin û li ser misogerkirina ewlehiya civakê rawestin.”
Safîa Manzûr a ji Belûcistanê jî di panelê de axivî û got, “Ez ji Belûcistana ku îro ji aliyê Pakistanê ve bi bêdengî hat qetilkirin, hatim. Ji sala 2005’an û vir ve li Belûcîstanê jin bi awayekî rêxistinî têdikoşin. Bi hezaran jin tên êşkencekirin û revandin. Li Belûcistanê bi hezaran jin û zarokên biçûk 2 hezar kîlometre meşiyan.”
Di rûniştina duyemîn a konferansê de ji Sûdanî Maî Alî Shatta, ji Fîlîstînê Nora Ragab, Kurdistanî Dilar Dîrîk û ji Tevgera Aştiyê aktîvîsta Elman Gîsela Notz axivîn. Di konferansa ku di nava rojê de nîqaşên tund hatin kirin de jinan peyama “Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin” dan.
Konferans koma Folklorê ya Kurd derket ser dikê û dawiyê jinên Efrîqî stran gotin.