Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna şehîdan dubare dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Stenbolê şermezarkirina desteserkirinê: Faşîzm ji komên rêxistinkirî ditirse
Rojane

Li Stenbolê şermezarkirina desteserkirinê: Faşîzm ji komên rêxistinkirî ditirse

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek di daxuyaniya bi dirûşma “Em ê Rê Nedin Darbeya Qeyûman” desteserkirina vînê hat şermezarkirin de got, "Faşîzm komên rêxistinkirî yên mîna Kobanê û Geziyê ditirse. Divê em soz bidin hev û xwe birêxistin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em ê Rê Nedin Darbeya Qeyûman” li Qada Esenyurtê destserkirina Şaredariya Colemêrgê şermezar kir. Di mîtînga ku rêxistinên girseyî yên demokratîk bi taybetî nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn de tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo şikandina tecrîdê ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin” û “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hatin vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Qeyûm biçe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku ew zîhniyeta desteserkirina vînê qebûl nakin û got, “Mafê we nîne ku hûn ti şaredariyê bi rê ve bibin. Ev zîhniyet zîhniyeteke faşîst e û li ser Kurdan tê meşandin. Dem demaku her kes xwedî li şaredariyê derkevin. Ger hûn îro li dijî vê dernekevin, hûn ê nikaribin xwedî Stenbolê derkevin. Em vê zîhniyeta heyî şermezar dikin.”

‘EM Ê WEKE SEYÎD RIZAYAN LI BER XWE BIDIN’

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû jî diyar kir ku ew ê ti carî serî li ber polîtîkayên zextê yên hikûmetê netewînin. Kordû anî ziman ku ew ê li hemberî destserkrina vîbê bêdeng nemînin û got, “Em ê bi gelên Tirkiyeyê re li dijî polîtîkayên dij jinê û li dijî nasnameyê berxwedana xwe bidomînin. Em ê weke Seyîd Rizayan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘EV QÊRÎN QÊRÎNA HER KESÎ YE’

Serokê CHP’Ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn jî got, “Ev qêrîn, ev berxwedan ne tenê qêrîna DEM Partiyê ye, di heman demê de qêrîna her kesên ku bêmaf hatine hiştin e. Ya girîng wijdan e. Yên li vir kom bûne dizanin ku destserkirin binpêkirina mafan e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez vê têkoşîna we silav dikim.”

‘FAŞÎZM JI BEŞÊN RÊXISTINBÛYÎ DITIRSE’

Herî dawî Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek axivî û diyar kir ku ew ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin û wih axivî: “Em weke DEM Partiyê dibêjin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi salan e hewl dide rejîma yek zilamî ava bike. Ji bo şikandina dorpêçê li vir tenê yek rê heye. Faşîzm beşên rêxistinkirî yên mîna Kobanê û Geziyê ditirse. Divê em soz bidin hev û xwe birêxistin bikin. Mesele ne tenê qeyûm e, helbet mafê dengdanê û hilbijartinê girîng e. Polîtîkaya şer a ku sed sal in li ser gelê Kurdan tê ferzkirin heye. Lewma em soza têkoşînê didin.”

‘3 SAL IN EM DENGÊ JI ÎMRALIYÊ NABIHÎZIN’

Çîçek, gotinên Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li ser destserkirina Şaredariya Colemêrgê bi bîr xist û got, “Em ji vir bang li Erdogan dikin, de biçe! Ev 3 sal in em dengê birêz Ocalan nabihîzin. Yên ku dibêjin qeyûm qanûnî ne, qanûnên li Îmraliyê betal kirine û mafên kedkar û jinan desteser kirine. Qeyûm destwerdanek li hemû qadên me yên jiyanê ye. Divê em ji vê re bibêjin na.”

CIWAN MEŞIYAN

Li aliyê din polîsên ji bo çalakî bi girrseyî derbas nebe di nava hewldanên astengkirinê debûn, êrîşî ser welatiyên dixwestin bi komî beşdarî çalakiyê bibin, kirin û welatî binçav kirin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê. 

Çalakî bi meşa ciwanan a li kolanên nêzî çalakiyê bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
Nûçeya Pişt re Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi encamnameyekê bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêvajo nexitime divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Amadekariyên ji bo Hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê hatin rawestandin

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku amadekariyên ji bo Hilbijartinên Parlamenta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qadirkerem êrîşa çekdarî

Li gundê Xornewezan ya li sînorê navçeya Qadirkerem êrîşa çekdarî li dijî komeke ciwanan pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Em biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna şehîdan dubare dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?