Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi hat qetilkirin, ji hêla Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi ‘Rojên Jinerjî’ hat bibîranîn. Rojên Jinerjî yên Nagihan Akarsel ku di 2’yê mehê de li Dêrikê dest pê kir û heya 5’ê mehê dê li bajarên cuda bidome.
Îro li Navenda Xabûr a Cand û Hunerê ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di ‘Rojên Jinerjî’ de ku gelek xebatên hunerî yên mîna stran û şanoyan jî te de cih girtin, soza bilindkirina têkoşîna Nagîhan Akarsel û pêkanîna xeyalên wê hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîden azadiye hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif axivî.
Perwîn Yusif di şexsê Nagîhan Akarsel de tevahi jinên şoreşgerên bi lêgerîna heqîqetê meşiyan e û di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr ani û wiha got: “Dema ku îro em di hizûra bîranîna hevala Nagîhan de ne di heman demê de em ji bo nefreta erîşên li ser gelê me û jinên azad tên meşandin vê derê ne.”
Perwîn Yusif destnîşan kir ku di şexsê hevala Nagîhan de zanista jinan hat hedefgirtin. Di her gaveke me de dijminê me ji me ditirse. Rojane bi riya şerê taybet hewl dide zanista jinan vala derxe û nehêle ev zanist belav bibe. Şoreşa ku bi zanistî mezin bibe wê her roj bihêztir bibe. Ya ku dijmin ditirsîne jî ev e. Hedefgirtina hevala Nagîhan ku duh jî hevala Jînda hat hedefgirtin, em dibêjin tu car wê armanca dijmin û xayînan bi cih neyê. Bi hezaran hevalên me yên ku li ser doza wan dimeşin hene. Ya ku divê em dubare xiyaneta ku bi pêşengiya mala Barzanî tê meşandin lanet bikin. Xeta xiyanetê di nava xwe de dihewîne. Ev jî li Başûrê Kurdistanê bûye xencerek li hemberî gelê Kurd. Bi qasî têkoşîna me li hemberî dagirkeriyê berdewam dike li hemberî xiyanetê jî berdewam dike. Divê em li hemberî van rewşan şiyar bin û her yek ji me bibe mertal. Bi hevgirtina gel û jinan em ê vê yekê bikin. Bi têkosîneke rast, em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin. Şoreşa me gerdûnî bûye. Hemû jinên azadîxwaz, hezê ji ve şoreşê digirin. Em jî bi boneya hevala Nagîhan silavên xwe ji 150 rêxistinên jin re dişînin ku ji bo hevala Nagîhan doz dane destpekirin. Bi bedewbûna jinan em dikarin cîhaneke xweş ava bikin. Em bawer in ev gav wê mezin bibe. Ji bo em kujeran li dadgehên navneteweyî bidarizînin, divê em hevgirtina xwe xurt bikin. Li tevahi cîhanê şer heye. Qeilkirina jinan heye. Bi jin jiyan azadî wê têkoşîna me jî bibe cîhanî. Em soz didin ku em hevaltiya xwe ya pê re heta hetayê bidomînin û bikin bingehe têkoşîna xwe ya azadiyê.”
Paşê li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel li sînevîzyonek hat temaşekirin. Koma Şehîd Barîn a ji Kobanê hatibû stranan got. Mamoste Şînda Hesen helbesta xwe ya ku li ser Nagîhan Akarsel nivîsandibû xwend. Koma Şehîd Mizgîn a Hîlala Zêrîn a şanoye derket ser dikê bi lîstika xwe ya ku mijara wê tundiya li ser jinan bû. Zarokên gundê Jinwarê herî dawî stranan gotin.