Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi civaka demokratîk ve” hat lidarxistin. Kongre, bi axaftinan domiya. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya di kongreyê de axivî û bang kir ku êdî şer nebin qederên civakan, trajedî çênebin û bawerî weke hinceta zilmê neyên nîşandan.
Bi domdarî Huda Kayayê got ku baweriya ji cewher, ruh û bingeha exlaqî hatiye qutkirin bivê û nevê jî dê dejenere bibin û got: “Mimkûn nîne ku pergalekî civakî ya ji hêla şiklî ve heye lê bêwijdan, di ziman de olperest lê di pratîkê de bêedalet ava bibe. Em jî ji bo nerazîbûna li dijî vê, ji bo ol, exlaq û edaletê careke din di nava heman hevokê de bînin cem hev hatin vê derê. Tişta em jê re dibêjin Îslama demokratîk ne etîketek e, îdiayeke exlaqê ye. Cewhera Îslamê ne ew e ku kesek serweriya xwe li ser kesekê din ferz bike. Cewher, hişê zanînê ye. Emanet jî rûmeta mirovahiyê, mafê mirov, rastiya ziman, bisînorkirina hêzê, edaleta ji bo her kesî ye. Bawerî ne dema vediguhere pergala dewletê, dema bi wijdanê re bû yek dikare jiyanê bi xwe re bîne. Îro, birîna herî mezin a mirovahiyê ev e; dema li ser olê tê axaftin bêdengkirina edaletê ye, dema navê Xwedê tê gotin xwarina mafên mirovan e û evdatiya ji evdan re ye, dema behsa dilovaniyê tê kirin cihgirtina li rex tundiyê ye. Em ji vê re nabêjin oldarî, em jê re dibêjin olperestî, em jê re dibêjin ola îktîdarê. Ev yek tam jî îstîsmarkirina olê ye. Aştî ne tenê mijareke rojeva siyasî ye. Beriya her tiştekî berpirsyartiyeke exlaqî ye. Aştî têkbirin nîne, başkirin e; bêdengbûn nîne, vegotina heqîqetê ye; jibîrkirin nîne, bibîranîna bi edalet e.”
Di berdewama axaftina xwe de Huda Kayayê bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: “Nêzikatiya ku dema aştî pêş dikeve jî ziman teng dike, zimanê ku meseleyê tenê weke mijara ewlehiyê dibîne, yê ku aliyê civakî vedişêre didomînin. Hewceye di vê mijarê de em gelek zelal bin. Meseleya Kurd ne meseleyeke etîketê ye. Zimanê gelekî, nasname, daxwazên rêveberiyên xwecihî, mafên hemwelatiya wekhev… Ev jî ne di bin sernavê ewlehiyê de, bi sernavê edaletê dikare bên çareserkirin. Aştî, berpirsyartiya her kesekî ye.”
Huda Kayayê diyar kir ku barê herî giran ê şer jin li xwe digirin, herî zêde jin êşê dikişînin lê li hêla din yên aştiyê herî baş pêk tînin jî jin in. Huda Kayayê axaftina xwe wiha qedand: “Jin, aştiyê weke jiyanê bi xwe dizanin ku ew jî tê wê wateyê ku heke aştî nebe jiyan nabe. Jin, kirdeyên avaker ên aştiyê ne. Heke îro behsa aştiyê were kirin divê dengê wan ne tenê weke pêvekek, divê dengê wan esas were qebûlkirin. Aştî, ne weke diyariyeke ji jor ve tê dayin e. Aştî, mafê me yê herî xwezayî ye. Em mecbûr in ku nehêlin îktîdar bawerî û pîroziyan weke çoyekî bi kar bîne. Êdî ne şer bila li ser edaletê were axaftin; ne trajedî lê bila piştevanî mezin bibe; ne tirs lê bila hêvî bimeşe. Xwedê, me tevekan bike pêşengên aştiyê.”
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û derdorên cuda jî di axaftinên xwe de kongre pîroz kirin. Qisekeran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ji bo serkeftina wê berpirsyartî dikevin ser milê her kesî.
Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Perva Înal û Abdullah Sagir weke Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê hatin hilbijartin.

