Hunera Azad berhema xwe ya nû bi navê “Ji Wê Ve Tê” ku bi wesîleya cejna 15ê Tebaxê amade kir, weşand. Ev berhem diyarî jinên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de cih digrin, bi taybet şervanên YPJ’ê hat kirin.
Gotina berhemê ji aliyê Hekîm Sefkan û muzîka vê jî ji aliyê Serhat Hulaku ve hate çêkirin. Strana ku ji aliyê Hekîm Sefkan, Xezal û Diyar Mehrovî tê gotin, bi melodiyeke otantîk hatiye amadekirin û li ser çîroka jineke ciwaan a tevlî refên têkoşînê bûye, berxwedan, wêrekî û meşa azadiyê vedibêje.
Klîba strana ku binesaziya wê ya teknîkî ji aliyê studyoya Artrecords ve hate amadekirin, li Rojava hate kişandin. Derhêneriya klîê ji aliyê Doz Şêxî û întro û muzîkên navber ji aliyê Ahmet Tabar ve hate amadekirin.
Hunera Azad berhema xwe ya bi navê ‘Ji Wê Ve Tê’ bi wesîleya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, diyarî di serî de şervanên YPJ’ê, hemû şervanên jin ên ji bo azadiyê têdikoşin, kir.
Hûn dikarin li lînka li jêr guh bidin stranê:

