Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdurehman Omer ê 8ˈê Mijdarê ji ber nexweşiyê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat veşartin.
Bi sedan şênî beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Hesen bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û got: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan dijbertiya gelê Kurd dike. Herî dawî dest danî ser şaredariyên gel ên Bakurê Kurdistanê.”
Li ser navê hêzên leşkerî Macid Şemdîn jî îşaret bi pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo kir û ev li gotinên xwe zêde kir, “Pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêbertiya me dewam dike. Eger Rêbertî bi fîzîkî azad nebe gelê Kurd azad nabe. Ji bo vê yekê jî divê em di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin heya Rêbertiya me azad bibe.”
Piştî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin, cenaze bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.