Şîrîn Mihemed rojnamevan û hunermendeke ku bedewî, êş û heqîqeta erdnîgariya xwe ji dil vedibêje. Hem bi dengê xwe hem jî bi pênûsa xwe hestên civaka xwe nîşan dide. Bi nîşandana heqîqetê jî civakê zane dike, yên nayê zanîn radixe pêş çavan.
Şîrîn Mihemed (23) ji Qamişloyê ye. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê Nûjinha ye. Her wiha xwendekara Fakulteya Hiqûqê ye. Li gel nasnameya xwe ya rojnamevaniyê jineke ku bala xwe li ser hunerê ye. Şîrîn Mihemed ku giraniyê dide ser xwendin û rojnamevaniyê, di Adara 2024’an de dest bi hunerê kir.
Rojnamevan û hunermend Şîrîn Mihemed hem qala rojnamevaniya xwe hem jî hunera xwe kir.
Şîrîn Mihemed bal kişand ser aliyê hunerî yê malbata xwe û got, “Malbata min bi amûrên muzîkê, bi muzîk re mijûl bû. Ji jiyana hunerê hez dikirin. Jiyana li nava malbateke hezkiriyê hunerê kir ku bala min hîn bêhtir biçe ser hunerê. Dikarim bibêjim ku xwedî kesayeteke bi hunerê mezin bûye. Hîn biçûkanî min dît ku dengê min xweş e. Temenê min hîn biçûk bû. Ji gotina stranan bêhtir difikirîm ku divê giraniyê bidim ser xwendinê. Hin hewldanên min ên biçûk hebûn, lê belê min giranî nedabû ser muzîkê. Di Adara 2024’an de min biryar da ku karê muzîkê bikim. Gaveke biçûk bû, lê belê di xwendinê de gihîştibûm heta astekê. Min êdî dikarîbû dest pê kiribûya ku hezkirina xwe ya ji muzîkê pêk bînim.”
BI HUNERÊ LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ TÊKOŞE
Şîrîn Mihemed bal kişand ser girîngiya hunerê, “Muzîk ji bo parastina çanda gelan û veguhestina ji nifşê paşerojê re amûreke girîng e. Di pêşvebirina civakî de xwedî roleke girîng e. Civak bi rêya muzîkê çand, ziman, nasnameya xwe dikarin bidin nasandin û hebûna xwe biparêzin. Her wiha mirov jî bi muzîka xwe têne naskirin, peyama ku dixwazin bidin bi rêya muzîkê dikarin ragihînin. Bi muzîkê hest û fikrê xwe digihînin civakê, dikare xîtabî hestê civakê bikin. Ya herî girîng jî mirov dikare bi muzîkê rabirdûya gelan, îro û heqîqeta wan bigihînin cîhanê.”
DI SALA 2019’AN DE TEVLÎ KARÊN ÇAPEMENIYÊ BÛ
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2019’an de Serêkaniyê dagir kir, Şîrîn Mihemed biryar da ku tevlî nava karên çapemeniyê bibe û got, “Di nava karên çapemeniyê de jî her ku şareza bûm, min ji pîşeyê xwe hîn bêhtir hez kir. Nedihat bîra min ku rojekê bibim rojnamevan. Her ku tevlî kar bûm min fêhm kir. Bi karên çapemeniyê min firsenda wê yekê dît ku xwe û sosyolojiya civakê nas bikim.
BI ŞOREŞA ROJAVA RE XWE NAS KIR
Bi saya Şoreşa Rojava em karîbûn bigihêjin vê astê. Bi Şoreşa Rojava re min dîroka Kurdan, civaka Kurdan nas kir. Min rastiya gelekî di bin qirkirinê, asîmîlasyonê de ye fêhm kir. Em nikarin keda Şoreşa Rojava ji bîr bikin. Ez jî zarokeke Şoreşa Rojava me, bi Şoreşa Rojava mezin bûm. Ji ber vê jî divê em gavên hîn mezin biavêjin. Gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî zehmet re derbas bû. Hate eciqandin, asîmîlekirin, komkujî lê hate kirin. Ji bo nifşên nû heman tiştî nebînin divê em gavên hîn mezin biavêjin. Bi dengê xwe, bi pênûsa xwe çi ji destê kê tê divê ji bo pêşvebirin û parastina Şoreşa Rojava pêk bîne. Bi vî rengî em dikarin bibin dengê gelê Kurd ê li cîhanê.”
JI BO XWE WEKE WEZÎFEYÊ DIBÎNE KU BIBE DENGÊ CIVAKÊ
Şîrîn Mihemed destnîşan kir ku armanca wê ya bingehîn ew ku hem bi dengê xwe hem jî bi pênûsa xwe xizmetê ji Şoreşa Rojava re bike û got, “Divê em bibin dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi dîtina min bi rêya huner û çapemeniyê em dikarin barê li ser milê şoreşê sivik bikin. Bi dengê xwe rastiya gelê min, ya jinan ji cîhanê re radigihînim, bi pênûsa xwe jî dibim dengê wan. Êş, destketî, têkoşîn, çîrok û serketinên jinan bi rêya nûçeyên xwe ji gelên cîhnê re radigihînim. Weke rojnamevanekê ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo bibim dengê hemû jinên Suryan, Ermen, Tirkmen, Asûr, Ereb têdikoşim. Weke jinekê cihê serbilindiyê ye ku têkoşîn, destketî û çîrokên jinan binivîsîne û bike malê dîrokê. Çapemenî eynik, zimanê civakê ye. Lewma wezîfeya me ye ku em têkoşîna jinan û civakê ragihînin. Bi Şoreşa Rojava re em bûn hunermend, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr. Bi saya şehîdan Şoreşa Rojava gihîşt vê astê. Bi saya şehîdan gel îro bi zimanê xwe distirê, dinivîsîne, dixwîne.”
BI DESTÊ JINAN DIVÊ DÎROKA JINÊ BÊ NIVÎSANDIN
Şîrîn Mihemed herî dawî bang li jinan kir û got, “Jinên ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dixe, divê xwe ji hunerê venegirin. Bi hunerê, aboriyê, siyasetê, nivîskariyê çi ji destê kê tê divê di nava civakê de bi rola xwe rabe. Lewma jin divê bi ked, deng, pênûs û hewldanên xwe dîroka jinê binivîsîne ku dîroka jinê bi destê hinekî din şaş derbasî dîrokê nebe.”