Yekşem, 19 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Herêma Marmarayê ya DEM Partiyê: Em di pêvajoya nûbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermana spî û bazirganiya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > TEV-ÇAND 8’emîn konferansa xwe lidar xist
Çand û Hûner

TEV-ÇAND 8’emîn konferansa xwe lidar xist

TEV-ÇAND’ê 8’emîn konferansa xwe bi beşdariya gelek delegeyan li Ewropayê lidar xist. Di konferansê de êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin û hat gotin, “Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye” û banga xwedîderketinê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

TEV-ÇAND’ê di navbera 10 û 11’ê Kanûnê de li Ewropayê 8’emîn konferansa xwe lidar xist. Di konferansa ku nêzî 80 delege beşdar bûn de, xebatên du salên dawî hatin nirxandin û biryarên girîng ji bo xebatê hatin girtin.

Di konferansê de li gel rojevên sereke yên çand û hunerê, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destgirtin û banga hevgirtinê hat kirin.

Konferans bi xwendina encamnameyê bidawî bû.

Di encamnameya konferansa TEV-ÇAND’ê de ev tişt hatin gotin:

“Îro li Rojhilata navîn geşedanên ku tên jiyîn asta şerê cîhanê yê sêyemîn bi her awayî radixe ber çavê me. Her serdem hundirê xwe de resentiyên kêliyê diafirîne. Ew resentî jî xwezaya xwe de sekn, helwest û tevlîbûnên bi wî awayî li hemû derdoran ferz dike. Di Rojava de şer û êrîşên encama polîtîkayên sed salan e ku li hemberê gelê Kurd tê meşandin û polîtîkayên qirkirinê bi destê eniyên çete, lihevkar û eniya faşîst ya ku Komara Tirkiyê pêşengiyê vê dike, xistine meriyetê. 

Felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn û Cîhanê ji bo gelan hêvî ye û ronakbiriyê pêşdixe. Derdorên li dijî modernîteya kapîtalîst tên ba hev û îro di paradîgmaya Rêber Apo ya modernîteya demokratîk de xelas bûn û azadiya gelan dibînin. Ji ber ku wekî xelasiyê li hemû cîhanê bandor bûye, bi erêkirina hêzên navneteweyî, tecrît û êrîşkariyek dermirovane li ser Serokatî tê meşandin û hewldanên komkujiyê yên li ser prototîpa neteweya demokratîk a li Rojava encamê wê ne. Ji ber vê hat xwestin ku bi komploya 9’ê Cotmehê Rêber Apo tasfîye bibe û îro dixwazin pergala Apo’yî tasfîye bikin. Her wiha gelê me yê Rojava bi dehan salan di bin faşîzma rejîma Baasê hate perçikandin û îro jî piştî hilweşandina dîktatoriya Baasê ve bi pêşengtiya faşîzma Komara Tirkiye ve bi destê eniyên çete û lihevakar re di bin xetereya komkujiyê de tên hiştin.

Di kêliyek ewqas dîrokî de her eniyên ku xwe ji nirxên mirovahiyê re girê didin, pêwîste li her qadê nirxên azadiyê biparêzin û pêşengtiya wê bikin. Ew jî bi xwedî derketina li pêngava ‘ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û parastina desketiyên Rojava re pêkan e. Tu wijdan, tu exlaq û tu nirx pêvajoyek bi vî awayî ji rêzê mayînê qebul nake. 

Em jî weke TEV-ÇAND’ê ji bo berpirsyariyên xwe yên demî re bersivek rast bidin, di nav dahurandin û nirxandinên kûr yên navxweyî dikin. Bi vê mebestê bi dirûşmeya ’Ji bo Azadiyê Hunera Azad’ du roj em li hev civiyan. Ji ber nebesiyên tevlîbûna vê pêvajoyê her hevalek ku beşdar bû, rexnedayîna xwe ya ji bo pêvajoyê da û biryardariya xwe raber kir. 

Çand û hunera Kurdî bi hezaran salan e ku bi awazên xwe berxwedêriyê vedibêje, bi govendên xwe şerê xwe dihunîne, bi dengbêjiya xwe dîrokê re malovaniyê dike û bi jiyana xwe nirxên hebûna mirovahiyê bilêv dike. Heman Çand û huner bi ew mîsyona xwe îro dîsa bi lehengên demî re dibe yek û welatê xwe re hezkiriyên xwe ji axa xwe re diqîre. Nirxên parastina hebûna xwe wekî Serokatiya xwe dibîne û armanca bidestxistina Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî jî bingeha çanda xwe de bi cîh dike. Û her wiha her cûre êrîşkariyên li ser Rojava wekî êrîşa li ser mirovahiyê pênase dike.

Ji ber vê yekê di encama Konferansa me ya 8’emîn de em ji hemû derdoran re raber dikin. Em ferqa bendewariyên dîrokî, gelê me û rêxistinên me de ne. Em dizanin ku pêşengtiyek rast ya aliyê hunerî dikare hemû civakê re bibe bersivek rast û teqez jî ya ku wê pêk were, dê ev be. 

Bi vê boneyê em konferansa xwe diyarî  têkoşîna Rêber Apo ya bi berxwedanek dîrokî ku li imraliyê mirovahiyê diparêze û berxwedana Rojava ya ku îro li pêşberî hemû erîşkariyên cîhanê berxwe dide, dikin. Ya ku teqez me li pêşberî dîrokê şanaz bihêle sekna xwedîderketina berxwedana Rêber Apo û berxwedana Rojava ye. Bi vîn û hêza ku me ji encama Konferansê derxistî, em bang li hemû derdorên hunermend, hunersaz, rewşenbîr, ronakbir û kesên azadîxwaz dikin ku li derdora berxwedana Rêber Apo û berxwedana Rojava bibin xelek. Em bi ruhê seferberiyê li her qada ku em lê ne tevlî xebatan bibin û li her derî çalakî lidar bixin. Divê em baş bizanibin ku Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye… û îro di şexsê Rojava de Kurdbûn di bin şurê qirkirinê de ye.

Li çar aliyê Kurdistanê heya hemû erdnigariya ku Kurd û dostên wê lê dijîn, divê di hunera herî dîrokî de û bi çanda berxwedêrên serdemê ku li çiyayan de bûne mînak biherikin û wê hewldanên komkujiyê bi piştgiriyê vala derxin û bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re serketinê tacîdar bikin. Parastina Rojava parastina tevahî Kurdistanê ye. Azadiya Serokatî, gihîştina nirxên Azadiyê ye…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Nûçeya Pişt re Koçbera 11 salî 3 rojan di nav avê de sax maye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSF’ê li dijî êrişên dijminatiya li biyaniyan a li Efrîkaya Başûr banga lezgîn kir

Li Efrîkaya Başûr ji ber êrişên dij bi biyaniyan, bi deh hezaran kes neçar man…

Ji aliyê Stêrk TV

42 malbat ji kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê

Ji kampeke Dihokê 42 malbatên Şengalî yên di dema fermanê de koçber bûn vegeriyan cih…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê

Şehîd Eylem Stêrk ku li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk heta nefesa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ofîsa rêveber a demkî ya Meclîsa Hesekê hat diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?